Kooperatîf dikarin piştgiriyê bidin kesên şûnde vegerin

  • 09:06 13 Adar 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Endama Koalîasyona Edeletê ya Avhewayê Cemîle Kaçar çû serdana kooperatîfên jinan ên Hatayê û got zerara aborî û manevî ya li Hatayê dikare bi zincîra piştevaniyê bê çareserkirin û hilberîn dikare piştgiriyê bide kesên ku şûnde vegerin.
 
Koalîsyona Edeletê ya Avhewayê di rojên borî de  li navçeya Samandagi ya Hatayê Kooperatîfên Jinan ên Samandagi û Defneyê ziyaret kirin û pirsigirêkên  herêmê guhdar kir.  Endama koalisyonê û dildara Kooperatîfa Bikarhêneriya Goztepe Cemîle Kaçar çavdêriyên xwe bi me re parve kirin.
 
Cemîleyê diyar kir ku bi taybet li navendên hilberîn yên kooperatîf û îmalatxaneyan geriyane û gelek alavên hilberînê û berhem êdî nikarin bên bikaranîn û maşîneyên hişkirina sebze û fêkiyan zirarên mezin dîtine.Cemîleyê wiha dirêjî daye : “Di avahiyên sê koperatîfan de xesarên cidî tune bûn. Di alî tenduristiyê de cam bi kar dianîn. Ew hemû li hev ketibûn û zirarên mezin dîtibûn.”
 
‘Hewldana hilberînê heye’
 
Cemîleyê her wiha got jinan di erdhêja ewil de hewl dane zirara îmalatxaneyê çareser bikin lê di erdhêja duyem de fikar jiyane û wiha anî ziman: “Tirsiyan. Di serdana Koperatîfa Jinan a Defne de me jî erdhêj dît. Em di mijara hilberînê de divê bibin destek. Ger ku gelê wir garantiyekê hîs bikin wê bikevin hewldana hilberînê. Em nafikirin ku wê dewlet piştgiriyekê bide.  Ger li van herêman hilberîn hebe wê daxwaz jî hebe wê veger jî  dest pê bikin.”
 
Cemîleyê di dawiya axaftina xwe de  diyar kir ku di alî rêxistinbûn û piştevaniya jinan de dikare destpêkek be û wek Kooperatîfa Yerdenîz û Goztepe  armanca wan ev e ku berhemên koperatîfên jinên hilberîner bigirin û li bajaran bidin nasîn.   Cemîleyê wiha dawî lê anî: “Di vê mijarê de divê em derfetan biafirînin. Me bi hilberîneran re ev dît. Komek mirov ji ber kon tune ne di serayan de dimînin. Gelek şitlên sebze û fêkiyan şewitî ne. Di meha nîsanê de li wir bistan tên çandin. Divê em tovên Yadîgar bigihînin hilberînerên herêmê.”