ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'YAN

  • 09:00 13 Adar 2023
  • Rojev
 
*Newroz ku sembola vejîn,berxwedan û zindîbûnê ye di roja îro de jî wek roja ku têkoşîna azadiyê derketiye lûtkeyan watedar bûye. Newroz , ji Rojhilata Navîn heta Balkanan , heta Kafkasyayê tê pîrozkirin.DOSYA NEWROZ
 
*Endama Komîta Tertîp a Newroza Wanê Ceyda Dînlar da zanîn ku dest bi amadekariyên Newrozê kirine û got wê li qadan li dijî tecrîdê hêrsa xwe bînin ziman. DÎMEN HEYE
 
*Gulcan Kaya ku dîmenekî xwe bi hevjîn û du zarokên xwe re di çapemeniya civakî de parve kir, welatiyekî kon jê re şand. Gulcan Kaya diyar kir ku tevî mehek di ser erdhêjê re derbas bûye  pirsgirêka wan a tuwalet û serşoyê didome. DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Stenbolê ya OHD’ê Dîlşah Taş  diyar kir ku der barê zarokên herêma erdhêjê de pêvajoyek baş nehatiye meşandin û got li dijî zarokan berpirsyarî neye cih ev sûc e û  got zarok çima ne di bin parastina dewletê di bin parastina Tarîkata Menzîlê de ne. DÎMEN HEYE
 
*Endama Koalîasyona Edeletê ya Avhewayê Cemîle Kaçar çû serdana kooperatîfên jinan ên Hatayê û got zerara aborî û manevî ya li Hatayê dikare bi zincîra piştevaniyê bê çareserkirin û hilberîn dikare piştgiriyê bide kesên ku şûnde vegerin. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarî Newroza 2023’yan nirxandin kir û got: “Di hemû qeyranan de me kiryarên îqtidarê dîtin. Di qeyrana aborî, şewba korona, talanên xwezayê û herî dawî erdhejê de me dît. Em ê li hemberî van kiryaran bibin yek deng. Em ê li dijî hemû polîtîkayên rê li ber neçareserkirinê vedikin bi hemû rengên xwe li qadan bin. Em ê peyama xwe ya ji bo hilbijartinê jî eşkere bikin û di Newrozê de ji sîstema faşîst hesap bipirsin.” DÎMEN HEYE