Malbata ji bo keça xwe serlêdan kirin bersiva ‘îro yekşeme’ girtin

  • 21:44 12 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Ebru Soylemez li Umraniyê winda bû malbarta wê 24 saete agahî jê nagire.  Malbatê ji polîsan xwest ku qeydên kamera bên lêkolînkirin lê polîsan bersiva ‘îro yekşeme’ girtin. 
 
Ebru Soylemez ya li Umraniye ya Stenbolê dijî ji duh de agahî jê nayê girtin. Motosîkleta Ebruyê li taxa Çakmak a Umraniyê hat dîtin.  Malbatê ji polîsan alîkarî xwest lê polîsan bersiva ‘îro yekşeme’ girtin.