Şebnem Korur Fîncanci: Ji bo kesek din kêm nebe em ê têbikoşin

  • 20:02 12 Adar 2023
  • Rojane
AMED - TTB’ê ji bo hevpîşeyên xwe yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane li ber avahiya Galeryayê ya hilweşiyaye daxuyanî dan û qurnefîl danîn li ber avahiyê. Seroka TTB’ê Şebnem Kurur Fîncanci di daxuyaniyê de bal kişand li ser îhmalkariya sîstemê û got: “Ev sîstem ji zanistê dûr disekine. Erdhej xwezayî ye lê di nava bajêr hilweşîna hinek avahiyan ne xwezayî ye. Em ê li hemberî van îhmalkariyan têbikoşin.”
 
Yekitiya Bijîşkên Tikriyê (TTB) têkildarê hevpîşeyên xwe û kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane li ber avahiya Galerya ku hilweşiyaye daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku seroka giştî ya TTB’ê Şebnem Kurur Fîncanci hebû, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl danîna ber avahiya Galeryayê.
 
‘Encamên polîtîkayên rantê ne’
 
Di daxuyaniyê de Şebnem Kurur Fîncani axivî û got: “Di eslê xwe de 14’ê Adarê heftiya berxwedanê ye. Di wêneyê em dibînin de dîmenên ne xwezayî hene. Demek dirêje em têkoşînê didin. Di serî de li hemberî şewba li cîhanê belavbûye û niha jî li hemberî bê ewlehiyan. Erdhej bûyerek xwezayî ye. Lê belê bilançoya ewqas giran û di bajêr xirabûna hinek avahiyan ne ji rêzê û ne jî xwezayî ye. Cardin em dibêjin erdhej xwezayî ye me ne dikarî pêşî lê bigirin. Lê belê me dikarî ewlehî bigrin û pêşî li mirina ewqas kesan yan jî birîndarbûyîna wan bigrin. Ev encamên dûrbûna ji zanistê ye. Ev encamên polîtîkayên rantê ne.” 
 
‘Tevî hemû astengiyan me hewl da arîkarî bidin gel’
 
Şebnem destnîşan kir ku ew û hevpîşeyên wan ji roja erdhejê ve li qadanin û hewil didin birînên gel bikewînin. Şebnem wiha berdewam kir: “Hempîşeyên me yên karibûn xwe ji kavilan rizgar bikin çûn nexweşxaneyan erk girtin. Lewra avahiyên tendirustiyê, nexweşxane jî zirerên mezin girtibûn. Dibe ku ji bo Amedê ne derbazdar e, lê li bajarên ku hilweşînên mezin hatine jiyîn de, li Semsûr, Hatayê û deverên din hîna nexweşxaneyên nû hatine avakirin hilweşîyan. Nexweşxaneya Mereşê ya saleke hatiye avakirin jî bi heman rengî zirer girtiye. Ji ber ku li ser erdê avîn hatibû avakirin. Di encama van îhmalkariyan de bi sedan hevalên me ango bi qasî 500 hempîşeyên me jiyana xwe jidest dan. Hevpîşeyên me tevî hemû astengiyan xwestin xwe bigihînin nexweşxaneyan kar bikin lê bele yên ku vê rêxistinbikin tune bûn.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de qurnefîl danîn ber avahiya galeryayê ya hilweşîyaye