Li Hatayê hişyariya nexweşiyan

  • 18:46 12 Adar 2023
  • Rojane
HATAY- Di daxuyaniya  li navçeya Samadag ya Hatayê hat dayîn de ev hişyarî hat kirin: “Nexweşiyên wek emel, spî, kêç, mantar û gurîbûnê û gelek nexweşiyên din dikarin rû bidin.”
 
Navenda Koordînasyona Erdhêjê, Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Endamên Sendîka Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê (SES)  li Samandag a Hatayê daxuyaniyek dan. Dr. Mehmet Bînboga diyar kir ku pirsgirêkên wekê  xwedîhandina serşoyê, tuwalat û paqijiyê tên jiyîn. 
 
Mehmet wiha vegot: “Di serî de emel, sipî, kêç, gurîbûn û gelek nexweşiyên din dikarin rû bidin.  Ji ber pirsirêka av, serşoyê,tuwalatê ev nexweşî dikarin girantir bibin. Em dîsa dubare bibîr dixînin.  Divê demildest hewcedarî bên cih. Pirsgirêk bên çareserkirin.”