Berxwedana piştî komkujiya 12'ê Adarê hat silavkirin

  • 15:21 12 Adar 2023
  • Rojane
HELEB - Ji bo salvegera 19 emîn a serhildana 12 Adarê ya rojavayê Kurdistan a sal 2004'an ku piştî Komkujiya Qamişloyê dest pê kir daxuyanî hat dayîn.
 
Ji  bo salvegera 19 emîn a serhildana 12 Adarê ku di 2004 an ku piştî li yarîgeha Cîhad a li bajarê Qamişloyê, di dema lîstika futbolê ya di navbera tîmên Cîhad û Fitiwê de, alaya kurdan hate hildan, alîgirên Tîma Fitiwê yên ku hemû alîgirên wê Erebên Dêrezorê bûn, di gel hêzên ewlehiyê yê rêjîma Esed êrîşî kurdan kirin û qda futbolê bû qada şer û hêzên ewlehiyê yên rêjîma Beis bi guleyan êrîşî kurdan kirin ku hejmarek ji kurdan li qda futbolê şehîd bûn û hejmarek mezin jî birîndar bûn.Li ser vê yekê û ji bo bîranîna van rojê îro li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê daxuyaniyek bi navê hemû partiyên taxê hat dayîn. Daxuyanî li qada ku bi navê Cebenetan tê nasîn hat dayîn. 
 
Her wiha daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya têkiliyan a PYD ê Menan Cefer ve hat xwendin.
 
Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:
 
"Em serhildana 12`ê Adarê ya nozdemîn bi bîr tînin ku çirûska wê ji Qamişlo dest pê kir û gihîşte Kobanê, Efrîn û hinek taxên Heleb û Şamê.
Rêjîma Baas çend çeteyên alîgirên tîma Fitûwê ji Dêrazorê kirê kirin û anîn Qamişlo û êrîşî alîgirên tîma Cîhad kirin ku çekên zindî û durûşmeyên kirêt bi kar anîn der barê gelê Kurd de. Di encama van êrîşan de gelek cieanên kurd şehîd bûn û bi hezaran birîndar bûn û hatin girtin.
 
Armanca wê buyera amadekirî ew bû ku fitne û gelaciyê têxin navbera gelên Sûriyê û hemû deriyên guhertin û veguhertina demokratîk bigirin ku doza Kurdî li gorî peymanên navneteweyî di çarçoveya welatekî yekgirtî û aram de çareser nekin."