Yek jê rojnameger 9 kes hatin binçavkirin

  • 11:53 12 Adar 2023
  • Rojane
 
SETNBOL - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de rojnameger Elîf Baybûrt jî di nav de bi giştî 9 kes li bajar hatin binçavkirin. 
 
Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li Stenbol, Enqere û Edeneyê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinên malan de endamên Meclisa Partiyê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisa Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) û ji Ajansa Nûçeyan a Etkînê Elîf Baybûrt jî di nav de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin. 
 
Kesên li Stenbolê hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Nehat zanîn bê ka çima hatine binçavkirin û destûr nehat dayîn ku parêzer bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. 
 
Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “ Elîf Baybûrt, Denîz Aşe Akşar,, Tanya Kara, Okan Danaci, Senem Pektaş, Bîrkan Polat, Denîz Bahçecî, Can Papîla û Devrîm Bariş.”