Ji 8 girtiyan 8 peyam

  • 11:10 12 Adar 2023
  • Rojane
 
Safiye Alagaş
 
AMED - 8 jinên ku li Girtîgeha Jinan a Amedê girtî ne derbarê 8'ê Adarê de 8 peyam şandin.
 
Rojnamegera girtî û Mudura me ya Karên Nivîsê Safiye Alagaş, ya li Girtîeha Jinan a Amedê dimîne, bi minasebeta 8'ê Adarê peyamên jinan ên derbarê 8'ê Adarê de girtine. Safiye roportaja ku di şert û mercên girtîgehê de kiriye berî 8'ê Adarê şandiye lê roportaj ji ber ku piştî 8'ê adarê gihîşt destên me bi derengî ket. Herwiha wêneyê ku Neşe Toprak ji ajansa me re ji bo 8'ê Adarê di girtîgehê de xêz kir û şandibû jî ne di nav nameyên ku bi derengî ketin de bû.
 
Nûçeya Safiye wiha ye:
 
“Di şert û mercên girtîgehê de pêşwazîkirina 8'ê Adarê hestek pir cûda ye. Daxwaza xwe îdadekirin û coşa anîna ziman a hestan ku didilê mirov de ye gelek zêde ye. Ez bawer im di van şert û mercan de hemû jin heman coş û heyecanê dijîn. Ji bo 8'ê Adarê ez bawerim hemû jin van hestan dijîn. Em jî li gorî xwe amadekariya 8'ê Adarê dikin. Nameya me bi îhtîmaleke mezin dê piştî 8'ê Adarê bigihîje we. Mixabin di şert û mercên girtîehê de me derfet nedît ku em di wextê de bişînin. Planê me ew bû ku me di wextê de bişînin. Lê mixabin piştî karesata erdhejê name nehatin wergirtin û şandin. Poste (PTT) ji bo demekê hat rewestandin. Nameyên me di 1'ê Adarê de ji dest me hatin giritn. Di serî de em her kesê ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em 8'ê Adarê bi xemgînî pêşwazî dikin. Dilê me bi her kesê ku ev êş jiyaye re ye...
 
Em ê tevî êşa xwe gotinên xwe bibêjin
 
Di roja berxwedanê ya 8’ê Adarê de, tevî her tiştî, tevî hemû êşan jî em ê gotina xwe li gel xirbeyên ku pergalê ji me re hiştin, bêjin. Em careke din soza berxwedanê didin. Me baweriya xwe ya bi têkoşînê ya bi sedsalan winda nekiriye û îro jî winda nakin. Der barê 8'ê Adarê de me 3 pirs ji 8 jinan pirsîn. Hin jin cara ewil 8'ê Adarê li zindanê silav dikin, hin jin jî bi salan e di zindanê de ne. Jinên ku bi salan li qadên azad 8'ê Adarê pêşwazî kirin, diyar kirin ku ew ê bi awayekî xemgîn bersiva pirsan bidin. Di vê qadê de daxwaza jinan ew e ku bi coş û kelecan têkoşînê mezin bikin.
 
Tişta ku bi çavna tê vegotin...
 
Her jina di şert û mercên zindanê de  her çend ku nayne ziman jî nêrîna wê diyar e ku dixwaze li ku be û çi bike. 
 
Em li jêr ji we re bersiva pirsên me ku 8 jinan debrbarê 8'ê Adarê de dan radigihînin.
 
 *8'ê Adarê ji bo we çi îfade dike?
 
*We dixwest di 8'ê Aarê de çi bikin û li ku bin?
 
* Tu dixwazî ji jinan re çi bibêjî?
 
Rojnameger Elîf Ungur
 
* Li ser bingeha newekheviya zayenda civakî ya bi hezaran sal e berdewam dike, neheqî, zext û wendakirin vediguhere komkujiyan; Bi mîlyonan jin hene ku ji bo civak îradeya wan, berxwedan û têkoşîna wan  nas biikin di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane. Ez di dilê xwe de berpirsyariya mîras ku me ji wan jinan girtiye hîs dikim û ji bo bibim bersiva wan jinan û dixwazim bibim çirûskek ji agirê didilê wan de. 
 
Kenê li ser rûyê me, wê xwişkên me û dayikên me bigihîne azadiyê.
 
* Min dixwest bibim yek ji wan jinên ku li kolanan li hev kom dibin û piştgiriya hev dikin bi sekneke xurt radiwestin bim. Daxwaza xwe ya bila tu jin neheqî, bêhiqûqî, êş, zulm lê neyê kirin û neyê qetilkirin bînim ziman. Min dixwest ez vê daxwaza xwe bi lîlandin û govend bînim ziman.
 
* Min dixwest bibêjim hûn ne bi tenê ne. Bêhêvî nebin, ji bîr nekin ku her dem jin li wir ji bo we şer dikin. Tu jî ji bo jineke din rizgar bikî têkoşînê bide. 
 
Rojnameger Remziye Temel
 
* 8'ê Adarê ji bo min bersiva ku em jinên ku jiyanê ji mirinê diafirînin û her tim xweşik dikin, mafên wan nayê dayîn, îfade dike. Têkoşîna jinê îfade dike ku wê civakeke azad ava bike.
 
*Ez jî dixwazim di 8'ê Adarê de bi hevrêyên xwe yên jin re bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li qadan bim û biqîrim û bibêjim ku em ti carî ev zîhniyeta baviksalar qebûl nakin.
 
* 8'ê Adarê Roja Jinan li hevrêyên me yên jin pîroz dikim. Ez hemû jinan bi hesta azadiyê hembêz dikim.
 
Zelîha Kocaman
 
* Keda ku ji bo jiyanê hatiye dayîn dikare zû bi dawî bibe? Ez dikarim 8'ê Adarê wekî sembola roja kedê ya bêdawî destnîşan bikim.
 
* Ez nikarim cihekî diyar bikim, lê ez her dem dibêjim; Ger hêza min hebe ez dixwazim di dilê hemû jinan de bim.  Em behsa bedewiya têkoşîna ji bo yekîtiyê dikin û divê em bi vê helwestê mezin bibin. 
 
* Ger em wek ronahiyê zelal bin; Ez daxwazim heqîqetê jinane û bi temaya evînê bijîm. 
 
Behiyan Dalli
 
*8'ê Adarê roja hilweşîna abîdeya kirêt ya mirovahiyê ye û berxwedana jinê îfade dike.  
 
*Min dixwest di vê rojê de dûrî qirêjiya mezinan, li ser çerxa bêgunehiyê, bi zarokan re lîstikan bilîzim û bi zarokên ku di nav şêraniyên rengîn de avjeniyê dikin re bim.
 
* Li dijî qirêjiyê em bi pîrozî û masûmiyeta xwe têbikoşin û bi ser kevin. 
 
Emîne Kaya
 
* 8'ê Adarê ji bo min vejîna jina ku bi xwezayê re wekhev e. Li dijî zîhniyeta baviksalar ya ku jinê ji nedîtî ve tê, îradeya tevna jiyana demokratîk a cewherî ya exlaqî û polîtîk îfade dike.
 
* Ez dixwazim di 8'ê Adarê de li derveyî şert û mercên zindanê bim. Lê li welatên ku dixwazin ramana azad asteng bikin, jin ji bo bibin îrade ala têkoşînê bilind dikin. Pergala desthilatdar a ku nikare jinan bi fizîkî tune bike, bi girtina jinan di zindanan de dixwaze wan bitirsîne. Polîtîkayên bi sedan saîlî yên tirsandin û îmhayê pûç bûne. Ez jî dixwazim di vê qada berxwedanê de li dijî polîtîkayên tirsandinê de xwe bi hêztir bikim.
 
* 8'ê Adarê mîrateya jinên ku teslîmiyet red dikin e,  Erka me ye ku em vê mîrateya berxwedanê bişopînin. Ez kesên di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim, 8'ê Adarê li hemû jinên ku li ser bingehê mezinkirina têkoşîna azad in, pîroz dikim. Jin bêguman tiştên ku aîdê wan e dê paşde bistînin. 
 
Sînem Ateş
 
* Ez her tim jin û têkoşîna jinê dişibînim şaxên cuda yên çem ku ji heman çavkaniyê diherikin. Ger ev şaxên cuda her ku diherikin gelek axan wan didin jiyîn, têkoşîna jin û jinê jî li her xak û li her welatî têdikoşin dibe çavkaniya jiyanê. 8’ê Adarê qîrîna jinên ku  li dijî zîhniyeta desthilatdar serhildana xwe mezin dikin e.
 
* Ez wek jinekê helbet bi jinên li derve li berxwe didin re bibim hevkar.
 
*Ez 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên berxwedêr pîroz dikim û li ser vê bingehê ez dibêjim li dijî zîhiniyeta baviksalar em  rojên xweş bibînin.
 Werin em têkoşîna heyî mezintir bikin û agirê azadiyê hê zêdetir gur bikin.
 
Rojnameger Neşe Toprak
 
* Êrîşên li ser maf û azadiya jinan ku bi hezaran sal berê dest pê kirin û îro jî berdewam dikin, jin ji cewherê xwe hatin dûrxistin û di dîrokê de 104 m'yê xwedawenda Înannan jê hat dizîn. Êrîşên li ser maf û azadiy jinan ku li gorî pêvajoyan guherîn, gelekî zêde bûn û zerar dan jinan. Tevî van hemû tinekirin û komkujiyan jî jinan li her derê li dijî vê yekê serî hilda û dest ji têkoşîna xwe berneda, Jinan li dijî zîhniyeta baviksalar têkoşiya û maf û azadiya xwe ku dihat xwestinji cewherê xwe bên dûrxisitn, ji nû ve bidest xistin. 8'ê Adarê jî yek ji van mafan e. Em îro deyndarê jinên têkoşer in ku tu carî ji têkoşîna xwe tawîz nadin û di vê oxirê da canê  xwe dan. Dibêjin sedsala 21'ewmîn sedsala jinan e, her roj roja jinê ye, ne rojek, dê têkoşîn bê rawestan bidome.
 
* Dem û cihê têkoşîna jinê tune ye. Lê dîsa jî ez dixwazim bi jinan re li qadên ku jin hev bi hêz dikin û bi heman ziman û hestê hevpar tên cem hev, ji bo azadiya jinê biqîrim.
 
*Tevî zihniyeta baviksalar, ez hem ji xwe hem jî ji hemû jinên din re dibêjim ku divê her jin xwe bi hêz bike, ew û jinên din xwedî hêz bin û em mil bi mil li ser vê rêyê bimeşin. kêliyekê jî dev ji têkoşînê berdin.
 
Zozan (Hibe) Elmuslîm
 
* 8'ê Adarê tê wateya rakirina hemû sînorên li ser jinê û şikandina qalibên ku zîhniyeta desthilatdar dixwaze jinan têxe nava wan. Dema ku em dibêjin jin, ez wê weke rengvedana biharê ya li ser civatan bi hemû rengên xwe dibînim. Çawa ku bihar bê gulan ne temam e; Civak jî bêyî rengê jinê wê ne temam bibûya. Ji ber ku jin xweza bi xwe ye û ronahî ye. Jiyan bi xwe ye û bedewiya jiyanê ye. Ji ber vê jî divê jin azad bin. Divê 8'ê Adarê bi qêrîna azadiyê pîroz bikin. Ez nabêjim roja jinan ji ber ku hemû roj ên jinan e. 8'ê Adarê roja ku cudahî û taybetmendiya têkoşîna jinê derdixe holê û tîne bîra mirovan e.
 
* Em jin li ku bin ferq nake. Em ê bi rengê xwe têkoşînê mezin bikin û li her derê belav bikin. Em ê têkoşîna jinan mezin bikin û hebûna xwe nîşan bidin.
 
* Jinên delal, bi dilê xwe yê germ û bi kenê xwe yê herheyî cîhanê bikin demsala biharê.  Ez 8’ê Adarê li hemû jinan, bi taybetî li dayîk û jinên ciwan pîroz dikim. Jinên ciwan, her yek ji we yekta ye. 8'ê Adarê li herderê pîrzo bikin."