Li Îzmîrê agirê Newrozê hat pêxistin

  • 20:48 11 Adar 2023
  • Rojane
ÎZMÎR- Li ber Nûneriya Taxa Çîmentepe a HDP’ê bi dehan welatî hatin gel hev û agirê Newrozê yê yekem pêxistin.
 
Li Îzmîrê li ber Nûneriya Taxa Çîmentepe a HDP’ê bi dehan welatî hatin gel hev û agirê Newrozê yê yekem pêxistin. Gel dirûşmeyên ‘Newroz Pîroz be’, ‘Bijî serok Apo’, ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin û ser agir re bazdan. 
 
Dayikên aştiyê, rêveberên navend û navçeyên HDP’a Îzmîrê tevli bernameyê bûn.