Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 47 hezar û 975’an

  • 19:02 11 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- AFAD’ê diyar kir ku hejmara kesên di erdhêjên ku navenda wê Mereş bû pêk hatiye de jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 47 hezar û 975’an.
 
Serokê Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Awarte (AFAD) Yunus Sezer diyar kir ku  hejmara kesên di erdhêjên ku navenda wê Mereş bû pêk hatiye de jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 47 hezar û 975’an. Her wiha daxuyand ku hejmar awelatiyên li konbajar û konteyniran dimînin milyon û 800 hezar e.
 
Yunus bi lêv kir ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 6 hezar û 278 biyanîne.