Bal kişandin ser rewşa 44 girtiyên nexweş

  • 16:30 11 Adar 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê di "Rûniştina F'yê" de bal kişand ser pirsgirêkên tendirustiyê yên 44 girtiyên nexweş û xwestin bên tehliyekirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 572’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa 44 girtiyên jin ên nexweş ku li girtîgehên Herêma Marmarayê girtî ne. 
 
Parlamenterên HDP’ê û gelek parêzvanên mafê mirovan tev li çalakiyê bûn û pankartên “Tedawî maf e, nayê astengkirin” û “Bila jinên girtî yên nexweş bên berdan” hatin vekirin û dirûşm berz kirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy daxuyanî xwend. 
 
Oya diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê hezar û 273 girtiyên jin ên nexweş hene û ji van girtiyan 450 girtî bi ser 65 saliyê re ne û pêdivî û cudahiyên fizîkî, biyolojîk û derûnî yên jinên li girtîgehan li ber çavan nayê girtin. 
 
Oya bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş û li girtîgehên Bakirkoy, Sîlîvrî, Kandira, Gebze, Bûrsa û Duzceyê yên Herêma Marmarayê yên rewşa wan giran jî di nav de 44 jinên girtî yên nexweş hene.