Ji bijîşkan li dijî jehrîkirinê banga çalakiyên hevpar

  • 12:13 11 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana "Jin jiyan azadî" ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi çalakiyên cûr be cûr dewam dike. Komek xebatkarên tenduristiyê yên duh çalakî li dar xistin jî li raya giştî banga çalakiyên hevpar kirin.
 
Serhildana "Jin jiyan azadî" ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku nêzî 180 roj in dewam dikin, tevî gef, kuştin û darvekirinan jî bê navber bi çalakiyên cûr be cûr dewam dike. Komek xebatkarên tenduristiyê yên duh çalakî li dar xistin jî li raya giştî banga çalakiyên hevpar kirin.
 
Duh bi sedan kes li Beluçistanê, bajarê Zahîdan meşiyan nerazîbûna xwe ya dijî desthilata anîn ziman. Di çalakiyê banga berdana girtiyên siyasî, dawî anîna girtin û revandina çalakvanan hate kirin. Herwiha dijî desthilat û hêzên dewletê bê navber dirûşme qêriyan.
 
Di heman çalakiyê de êrişên bi gazên jehrî ên dijî xwendevanên jin hate şermezarkirin. Di dema çalakiyê de hêzek zêde li Zahîdan û çend bajarên din yên Beluçistanê hatibûn komkirin.
 
Di gotara nimêja Înê de melayê mizgefta Mekke Zahîdan Ebdulhemîd Îsmaîl behsa mafên jinan, hewldanên ji bo hemû mafên wek hev ên zilam û jinan kir.
 
Li bajarê Bokanê jî Hêmin Aman ê di xwepêşandanan de hatibû qetilkirin li ser gora xwe hate bîranîn. Herwiha cenazeyê Emîr Reza Hêmet Azad ku di xwepêşandanên Bokanê de hatibû kuştin, spartin axê.
 
Li bajarê Tahranê jî duh bi şev li gelek herêman xelk daketin qadan û li ser dîwaran dirûşmeyên dijî desthilatê nivîsandin. Tevî hemû êrişên desthilata Îranê jî çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di domin.
 
Her wiha Komek xebatkarên tenduristiyê yên duh çalakî li dar xistin jî li raya giştî banga çalakiyên hevpar kirin. Bijîşkan di daxuyaniya xwe ya ji bo Lijneya Teşkilata Pergala Tenduristiya Îranê de dest nîşan kir ku divê li van bûyeran mudaxale bê kirin û pêşî li karesatên ku telafiya wan nabe bê girtin û wiha hat gotin: “Gelo eşkerekirina sedemên rastîn û mirina bi guman, ji bo lêkolînkirina bûyerê bi hincetên zanistî û zelal erka pergala bijîşkî, tenduristî û perwerdeya bijîşkî nîn e ku bi erkdarkirina tîmên hevbeş kar bike? Ma hûn sedemên bûyeran çareser dikin? Gelo ev êrîşên jehrîketinê yên li dibistanên perwerdeya keçan, tên kirin wê sibê bi rêbazên nûtir û pêşketîtir li dijî beşên din ên civakê belav nebe?”