Cenazeyê Halîse Dorudemîr hat definkirin

  • 11:22 11 Adar 2023
  • Rojane
 
AMED - Cenazeyê dayika girtiyê 30 sal ceza lê hatiye birîn Mahfûz Dorudemîr Halîse Dorudemîr ku li konbajêra li ser Rêya Farqînê ya Amedê dimîne, gava xwest biçe aliyê din ê kolanê wesayîteke ku tê gotin xwediyê wê polîsek sivîl e lêxist duh bi şev li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.  
 
Dayika girtiyê 30 salî Mahfuz Dorudemîr, Halîse Dorudemîr a ku li Amedê li ser rêya Farqînê di konan de dima, duh êvarê dema dixwest derbasê aliyê din ê rê bibe erebeya ku tê îdiakirin wesayîteke sivîl a polîsan e, lê qelibî û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Di qezayê de kesekî ku alîkariya Halîse dikir ku dixwest derbasî aliyê din ê rê bike û navê wî nehat hînbûn bi giranî birîndar bû. Cenazeyê Halîse duh êvarê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK).
 
Piştî otopsiyê cenazeyê Halîse duh bi şev birin Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê(Bağlar). Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun, Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyad Ceylan, rêvebirên MED TUHAD-FED û TUAY-DER’ê û gelek kes tevlî definkirina cenazeyê bûn. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Halîse hate definkirin.
 
Hat diyarkirin ku kesê ku alîkariya Halîseyê dikir û bi giranî birîndar bû di beşa lênihêrîna giran de tedawiya wî didome.
 
Hat diyarkirin ku ajokarê wesayîta ku tê îdîakirin polîsekî sivîl e li cihê bûyerê hat binçavkirin û der barê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.