‘Dizanin ku yekane hêza ku zilmê bişkîne vîna jinê ye’

  • 09:09 11 Adar 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Berxwedêra ku li dijî êrişên gaza kîmyewî ya li Îranê li hemberî xwendekarên jinên ciwan tê bikaranîn de axivî û got: "Yekane armanca wan ev e ku jinên ku li ser vê axê dijîn û li ber xwe didin qetil bikin û desthilatdariya xwe bidomînin. Ji ber dizanin ku yekane hêza zîlma wan dişkîne vîna jinê ye.”
 
Li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya berxwedana bi pêşengiya jinan ya bi dirûşma "Jin jiyan azadî" destpêkir û heta îro jî berdewam dike. Ji 30’ê mijdarê heta niha li Îran û Rojhilat li hemberî xwendekarên jin ên ciwan gazên kîmyewî tên bikaranîn. Gaza ku li 35 bajaran hat bikaranîn gelek xwendekar jehrî ketin. 
 
Li 50 dibistanî êrîşa gaza kîmyewî pêk hat. Di van êrişan de heta niha 4 xwendekar jiyana xwe ji dest da. Xwendekar li dijî vê derketin qadan û serî hildan.
 
Berxwedêra ku ji ber ewlehiyê me navê wê ne da ji ajansa me re axivî. 
 
'Muhafizên bajar bi çekan êrişê gel kir'
 
Berxwedêr, wiha bal kişand ser êrişên ku pêk tên: "Gazên kîmyewî bi taybet li bajarên kurdan li Îlam û Kermanşah, Azarbeycan û Kurdistanê ji serê salên 1920’an heta niha dihat bikaranîn. Li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî çalakiyan rû da. Komara Îslamî ya Îranê  êrişên hovane ya li dijî protestoyan pêk anî. Ligel êrişan jî berxwedana gel li her derê belav bû. Jin, mêr, ciwan û bi taybet xwendekar daketin kolana. Lê rejîma Îranê bi awayekî tund bersiv da. Heta jinên ciwan li girtîgehan bi awayekî hovane hatin îşkencekirin û destdirêjî lê hatin kirin. Muhafizên bajar bi çekan êrişê gel kir.
 
Êrişê 35 dibistanên Qomê kirin
 
Êrişên çekên kîmyewî li Qomê destpê kir. Ev bajarekî pir oldar tê zanîn. Lê dema şoreşê de gelê li wir serî hilda. Ev jî li xweşa hikûmetê neçû. Wek tolê bigire dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir û li bajarên din jî bi heman çekên kîmyewî êriş kir. 
 
Li Qomê nêzî 35 dibistanên jinên ciwan bi êrişa kîmyewî re rûbirû ma. Bi taybet dibistanên jinên ciwan hedef hatin girtin. Sedema van jî ev e ku şoreşa bi felsefa ‘Jin jiyan azadî’ hatiye destpêkirin biçewisînin. Di protestoyên mehên borî de gelek jin di girtîgehan de îşkence lê hatine kirin destdirêjî lê hatin kirin.
 
Em di daxwezên xwe de bi israr in
 
Di rastî de, hejmara ku bi êrişê re rûbirû mane nêzîkî 250 dever in di nav de gund jî hene. Hejmara birîndarên wan êrişan zêdetir ji 5 hezar kesî ye, lê mixabin êriş berdewam in û tu daneyeke rast a derbarê jehrîbûnê de di destê me de nîne. Ev êrişên terorî yên hikûmetê hîn zelal nebûne. Lê weke gel em di daxwazên xwe de israr dikin. Daxwazên ku di van mehên dawî de di xwepêşandan û nerazîbûnên gel ên li kolanan de derketine pêş; azadî, azadiya cilûbergan, destwerdana hikûmetê di jiyana gel û karûbarên taybet de, mafê civîn-xwepêşandana aştiyane, qedexekirina tundî û êrişên polîs û hêzên çekdar di dema xwepêşandanan de. Hikûmeta Îranê nikare van kiryaran rawestîne û telafî bike, lê di vê şoreş û xwepêşandanan de, me dît ku di vê pêvajoyê de gelek ciwanên bêsûc ji ber darizandinên neadilane hatin îdamkirin.
 
Bi destdirêjî û çekên kîmyewî êriş dike
 
Ji destpêka şoreşê ve jinên leheng, hicaba mecbûrî ya sembola baviksalarî û olperestiyê li qadan şewitandin. Polîs û artêş jî herî zêde li hemberî wan zext, tundî û gaza kimyewî bikar anîn. Ghazaleh Chalavi, Nika Shakermi, Mahsa Mogoui, Hadith Necefi, Sarina Ismailzadeh û Hannah Kia, piştî Jîna Emînî bûn sembola şoreş û berxwedanê.
 
Li hemberî gef, êriş û heqaretan ewqas bi lehengî li ber xwe dan ku çeteyên rejîma Îranê newêrîbûn rûbirûyê wan bibin û ji ber ku bi gefxwarinê nekarîn pêşî li vê yekê bigirin, dixwazin bi avêtina bombeyên kîmyewî bi destavêtin û destdirêjiya wan bitirsînin. Dixwazin wan bitirsînin û nehêlin ku derkevin kolanan, dibistanan, şoreşa "Zen, Zendegî, Azadî" berdewam bikin.
 
Gel dixwaze pergala oldar bê terkirin 
 
Hikûmet bi bikaranîna gaza kîmyewî dixwaze jinan tehdîd bikin biçewînin. Yekane armanca wan ev e ku jinên li ser vê axê dijîn qetil bikin û desthilatdariya xwe bidomînin. Ji ber dizanin ku yekane hêza zîlma wan dişkîne vîna jinê ye. Gel dixwazin pergala oldar a totalîter bê terkirin, mafê jiyanê bikeve bin garantiye û hikûmeteke demokratîk ya ku piraniyê diparêze bê avakirin.”