ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN

  • 09:00 11 Adar 2023
  • Rojev
 
* Li Semsûrê jina bi navê Hanim Gulmez ku 3 kesên xwe piştî 9 rojan bi derfetên xwe ji bin kavilê derxist diyar kir ku ew heqê xwe li desthilatdariyê helal nake û bila lê jehr be. Hanimê diyar kir ku wê bi wêneyên keçên xwe û hezkirina sewalan ji bo her zindî têbikoşe. BI DÎMEN 
 
*Welatiyên li Qada Bazara Taxê ya taxa Ataturk a Samandagi dimînin diyar kir ku tevî mehek ser erdhêjê de derbas bûye ji bilî HDP û kurdan tu kesî alîkarî nedane û gotin: “Dewletê tu piştgirî nedan. HDP hat alîkariya me.” BI DÎMEN 
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Ferîde Îbo bal kişand ser karesata erdhejê û êrişên dewleta tirk û wiha got:"Dewleta tirk him derî li pêşiya alîkariyên ku pêwîst e derbasî nava herêmên ku ji erdhejê zirar dîtine, girt û him jî êrîşên xwe li ser welatiyên Efrînê yên ku koçberî Şehbayê bûne dide dewamkirin û li milekî din bi erka xwe ya mirovî ranebû."BI DÎMEN 
 
* Berxwedêra ku li dijî êrişên gaza kîmyewî ya li Îranê li hemberî xwendekarên jinên ciwan tê bikaranîn de axivî û got: "Yekane armanca wan ev e ku jinên ku li ser vê axê dijîn û li ber xwe didin qetil bikin û desthilatdariya xwe bidomînin. Ji ber dizanin ku yekane hêza zîlma wan dişkîne vîna jinê ye.” 
 
*"Dîrokê nîşan daye yên pirsgirêkê çareser nakin wê çareser bibin. AKP-MHP îro bi vê re hatiye rû hev. Şansa Tifaqa Ked û Azadiyê ku dixwaze komarek demokratik ava bike di vir de ye." JI PÊNÛSA JINÊ
 
*Parêzer Kubra Deniz Çelik da zanîn ku dereng be jî cezayê muebbeta giran a li Cemal Metin Avci hat birîn tê wateya tecelliya edaletê û got ew ê ji bo Metin Avci jî herin Dadgeha Bilind. BI DÎMEN