Di doza qetilkirina Pinar Gultekîn de biryar

  • 15:55 10 Adar 2023
  • Hiqûq
 
MUGLA - Li Cemal Metîn Avci ê ku Pinar Gultekîn qetil kir, cezayê muebeta giran hat birîn. 
 
Daneşîna biryarê yadoza ku Cemal Metîn Avci yê ku xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîna ya li Muglayê dixwend qetil kir û xizmên wî yên pê re bûn alîkar, li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê hat dîtin. Heyeta dadgehê li Cemal Metîn Avci cezayê muebeta giran birî û li birayê wî Mercan Avci jî 4 sal cezayê girtîgehê birî.