Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me mafdarbûna me ye

  • 13:12 10 Adar 2023
  • Rojane
 
RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a 2 sal li dû xwe hişt îro jî dewam dike. Malbatê got:"Ya ku hezê dide me mafdarbûna me ye."
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 718’an de berdewam dike.
 
'Ya ku hezê dide me mafdarbûna me ye'
 
Nobeda ku Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî beşdar bibe kurê wê Ferît Şenyaşar domand. Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Nobeda me ya edaletê 2 sal li pêy xwe hişt. Ya ku hezê dide me bawerî û mafdarbûna me ye. Em ji bo piştevaniya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û hemû sazî û dezgehên ku piştgirî dan me spasiyên xwe pêşkeş dikin.”