7’emîn Pakêta Darazê ya AKP’ê pêşkêşî meclîsê hat kirin

  • 20:02 9 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- 7’emîn Pakêta Darazê ya ku guherina di hinek qanûnan û Qanûna Îflasa Îcrayê de pêşniyar dikir pêşkêşî meclîsê hat kirin. 
 
AKP’ê 7’emîn Pakêta Darazê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir. Bi pakêta mijara gotinê ye  wê înfazên dayikên ku zarokên wan nexweşin bên taloqkirin, di sûcên hişbir û ferzkirina navbeynkariya kire de cezayên giran cih digirin. Pêşnûme pêşniyar dike ku di Qanûna Îflasa Îcra û hinek qanûnan de guherîn bê kirin.