Klîba piştevaniyê ya ‘Min jin im’ hat weşandin

  • 14:03 9 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo piştgiriya bi serhildana "Jin, jiyan, azadî" re klîbek nû bi navê "Min jin im"  hat weşandin. Klîb ji aliyê Koma Jîna Emînî ve hatiye amadekirin.
 
Ji bo piştgiriya bi serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê re, klîbek nû bi navê "Min jin im" hat weşandin. Klîb ji aliyê Koma Jîna Emînî ve hatiye çêkirin.
 
Derbarê klîbê de Çalakvana Mafên Jinan Bihar Munzur li ser hesabê xwe yê Facebook peyamek belav kir û got: “Me klîba bi navê "Min jin im" li gel koma Jîna Emînî ji bo piştgiriya azadîxwazên Rojhilatê Kurdistan û deverên din ên Îranê amade kiriye. Wek rêvebera giştî min têde kar kiriye û çar mehin em ji bo vê berhemê dixebitin. Me ev berhem di Roja Cîhanî ya Jinan de weşand.”