ÎKP: Wê jin jiyana nû ava bikin

  • 22:53 8 Adar 2023
  • Rojane
ÎZMÎR- Platforma Jinan Îzmîrê  bi wesîlaya 8’ê Adarê roja Jinên Cîhanê daketin kolanan û peyama wê li dijî dijhiqûqiyên li herêma erdhêjê hesab bipirsin, dan. Bi hezaran jin daketin qadan û diyar kirin ku wê jiyana nû bi jinan re bê hûnandin.
 
Platforma Jinan Îzmîrê  bi wesîlaya 8’ê Adarê roja Jinên Cîhanê  hatin gel hev û li Kolana Kibris Şehîdleri dest bi meşe ikrin û li ber navenda Çanda Turkan Saylan daxuyanî dan. Jinên berbi Navenda Çanda Turkan Saylan ve dest bi meşe kirin pankarta ‘ne qedere kapîtalîzma patriarkal bijî serhildana femînîst’ hildan. Jin niha bi dirûşma ‘ne erdhêje komkujiye’, ‘hikûmet îstîfa’, ‘jin jiyan azadî’, ‘Ne edeleta mêr edeleta rast’, ‘bijî berxwedana jinan’ meşiyan.  Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay tevli meşe bû û li ber Navenda Çanda Turkan Saylan daxuyaniyek hat dayîn.
 
Li ser navê jinan Ozgun Başer û Nuray Ozturk daxuyanî xwend.
 
‘Em bi rihê piştevaniyê ketin rê’
 
Di daxuyaniyê de balkişandin ser erdhêja ku navenda wê Mereş bû pêk hatiye û diyar kirin zarokên di erdhêjê de ji kavilan hatine derxistin teslîmê cematan hatine kirin û diyar kirin ku ew dijhiqûqiyên di pêvajoya erdhêjê de hatine jiyîn  bi rêxistinbûnê hesabê wê bipirsin.
 
Her wiha hat diyar kirin ku jin li herêma karasetê di şertên giran û zehmet de dijîn û tişt hatin gotin: “Jinên erdhejzede ji şert û mercên hîjyenê dur in. Herî zêde jin mexdur dibin. Jinên welidîne hene. Jinên bebekên wan yên biçûk hene. Jin têkoşîna jiyanê didin. Jinên ducanî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristyê. Em ê xurtbûnê bidomînin. Wê berpirs bên darizandin û hesab bidin. Em bi rihê piştevaniya jinan ketin rê. Em ê jiyanek nû di esasa wekhevî û azadiyê de ava bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.