Di 8’ê Adarê de 73 rojnamegerên jin girtîne

  • 22:07 8 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- RSF’ê diyar kir ku 73 rojnamegerên jin li girtîgehan 8’ê Adarê derbas kirine û diyar kirin ku divê rojnameger bên berdan.
 
Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) bi wesîla 8’ê Adarê daxuyaniyek der barê rojnamegerên jin de da û diyar kir ku li seranserê cîhanê 550 rojnameger girtîne û ji van 73 yanî ji sedî 13 jî rojnamegerên jinin û di 5 salan d eev hejmar du kat bûye. 
 
Li gorî daxuyaniyê li Îranê niha 12 rojnamegerên jin girtîne û ji van 11 heb piştî protestoyên qetilkirina Jîna Emînîya Kurd hatine girtin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Afganîstanê jî ev du sale hema hema hemû rojnamegerên jin ji ber rejîmê neçar maye kare xwe berdin û welat terk bikin.
 
Li gorî rapora Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ya sal a2022’an li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 18 rojnamegerên jin girtîne.