Li Rojava çalakiyên 8’ê Adarê

  • 18:44 8 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan jinên Reqa û Dêrazorê bi du meşên cuda 8’ê Adarê pîroz kirin. Li Reqayê peykerê jina Ereb hat danîn.
 
Bi pêşengiya Kombûna Jinan a Zenûbiya, bi sedan jinên Reqayê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî.. ber bi şoreşa jinê ve’ 8'ê Adarê bi meşekê pîroz kir. Bi sedan jin, endamên kombûnê, meclisên jinan ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinan Sûriyeyê û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî meşê bûn.
 
Li qada Îtfaiyê berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa 8'ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û wiha got: ʹʹDestpêka dîrokê jinê roleke girîng û sereke di avakirina civakan de list. Ji gelek salan ve ev roj jî wek sembola têkoşîna jinan hat naskirin, dema ku jinên kedkar li Amerîka û Ewropayê daketin qadan û banga mafên xwe kir. Sedsala 21’emîn dê bi saya têkoşîna jinên a li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan, bibe sedsala azadiya jinan ne tenê li Kurdistanê, lê belê li seranserî cîhanê.Ji ber serkeftinên ku jin di şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anîne, hêja ye ku ew şoreş bi navê şoreşa jinê were naskirin."
 
Di dawiyê de peykerê jina Ereb a ku ji aliyê Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê ve hatibû amadekirin, li qada Îtfaiyê hat danîn.
 
Dêrazor
 
Di heman çarçoveyê de, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya bi koordîneya Komîteya Jinan a Dêrazorê meşeke girseyî li herêma Seba Kîlo ya rojavayê Dêrazorê li darxist.
 
Meş ji çerxerêya Seba Kîlo ber bi Gerînendetiya Çandiniyê ve bi rê ket, li wir hevseroka Meclisa Rêveber a Dêrazorê Şehnaz El Hefel axivî, hemû şehîdên azadiyê û jinên azadîxwaz bi bîr anîn û destnîşan kir ku dedsala 21'emîn dê bibe sedsala şoreşa jinan.
 
Her wiha, rêvebera nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê Şehrezad El Casim destnîşan kir ku jin hêmana sereke ya avakirina civakeke aştiyane ne û diyar kir ku pergalên hegemonîk  rola jinan paşguh kir da ku nasnameya jinan tune bikin û ew bi tenê serweriya civakan bikin.
 
Şehrezad El Casim di dawiyê de got, jin li hember pergalên dîktator ên ku bi navê ol û kevneşopiyê şerê jinan dikin, serî hildan û hebûna xwe bi rêya têkoşîna xwe îspat kir.