Li Silêmaniyê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

  • 16:56 8 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li parêzgeha Silêmaniyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîrozbahiyek hat lidarxistin û di pîrozbahiyê de teQezî li ser berdewamkirina têkoşînê jinê ya ji bo gihiştina mafên xwe hate kirin.
 
Îro li hola çandê ya Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê jinên karmend bi cil û bergên Kurdî kêfxweşiya xwe anîn ziman û 8'ê Adarê li hev pîroz kirin. Di destpêka pîrozbahiyê de gotarek li ser giringiya 8’ê Adarê de hate pêşkêşkirin û piştre çalakiyên din hatin lidarxistin.
 
Rêveberê Ragihandina Rewşenbîrên Silêmaniyê Çiya Yasîn gotara li ser 8’ê Adarê pêşkêş kir û wiha got: “8’ê Adarê berhemê têkoşîna demdirêj a jinan e, roja nerazîbûna jinan a li beramberî bê mafiya jinan û pêngava ji bo azadî û wekheviyê ye. Niha têkoşîna jinan ji bo bidestxistina mafên xwe, ji bo parastina xebat û kerameta jinan e. Çewisandinên zayendî li hinek welatan çend qonax derbas bûye, li hinek welatan jî di qonaxa destpêkê de ye. Li Herêma Kurdistanê jin dibin qurbaniyên kevneşopî, zilam û dabûnerîtan.”
 
Çiya Yasîn her wiha da zanîn ku hinek yasa ji bo mêran serweriyê misoger dikin û yasaya rewşa kesî û malbatî jî divê ji hinek aliyan ve bê sererastkirin û wiha domand: “Xebat û têkoşîna jinan pêş ketiye, lê qasî têrê dike nîne.”
 
Piştre axaftinê jinan bi boneya keyfxweşiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê govend gerandin.