Di serhildana ‘Jin jiyan azadî’ de 66 jin hatin qetilkirin

  • 16:48 8 Adar 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku ji destpêka serhildana "Jin jiyan azadî" ve, herî kêm 66 jin hatine qetilkirin û nêzîkî 4 hezar jinan jî hatine girtin. 
 
Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê ku di malpera Herana de di bîlançoya hatî belavkirin de, piştî qetilkirina Jîna Emînî ango ji destpêka Serhildana "Jin jiyan azadî" ve herî kêm 66 jin di xwepêşandanan de hatine qetilkirin.
 
Her wiha hate diyarkirin ku di xwepêşandanan de 3 hezar û 953 jin hatine girtin û nasnameya hezar û 19 kesan hatine diyarkirin ku 120 ji wan xwendevanên zanîngehên cuda ne.
 
Li gorî bîlançoya Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê, ji naverasta meha kanûnê heta niha, li 99 bajarên 28 parêzgehên Îranê, herî kêm 290 car bi gazên jehrî êrişî dibistanên keç hatine kirin û di encamê de 7 hezar û 68 xwendean rakirine nexweşxaneyê.
 
Di dewama bîlançoyê de wiha hate ragihandin: “Herî zêde êrişên ser dibistanên keçan di 4’ê Adarê de pêk hatin ku tenê di vê rojê de 81 caran êrişî dibistanan hate kirin. Ji 9’ê Adara sala 2022’yan heta 7’ê Adara sala 2023’yan, herî kêm 15 jin û zilam bi hinceta şerefê hatine kuştin û 14 jin li girtîgehê hatine darvekirin. Her wiha cezayê darvekirinê li ser 2 jinan de hatiye ferzkirin. Bi giştî 38 jin hatine kuştin ku piraniya wan di encama şîdeta nava malbatê de jiyana xwe ji dest dane. Li gel van 12 buyerên xwekuştinê yên jinan hatine qeyd kirin ku 4 ji wan bi şêweyê xwe şewitandinê de bû.”
 
Herana destnîşan kir ku di nava salekê de 2 hezar û 3 jin ji aliyê Geştî Îrşad yan jî ji aliyê Polîsên Exlaq ve ji ber hicaba zorê 92 buyerên girtina cihê kar û rêxistinan, her wiha û 62 dozên cudakariya zayendî li cihê kar ya li dijî jinan hatine qeydkirin.