Li Êlihê meşa 'Em ê civakeke komunal ava bikin'

  • 16:17 8 Adar 2023
  • Rojane
 
ÊLIH - Bi dirûşma "Dem dema jin jiyan azadiyê ye" li Êlihê meşek hat lidar xistin û di meşê de hat diyar kirin ku dê bi hev re civakeke komunal ava bikin.
 
Jinên ku li Êlihê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêşiya Parka Yilmaz Guney hatin ba hev, bi dirûşma “Dem dema jin jiyan azadiyê ye” ber bi avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve dest bi meşê kirin. 
 
Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran di çalakiya 8’ê Adarê de axivî û got “Îro serê sibê li Êlihê jinek ji aliyê zilamekî ku di pêvajoya hevberdanê bûn, hat qetilkirin. Li vî welatî her roj herî kêm jinek ji ber şîdeta mêran tê qetilkirin. Bi dehan jin rastî tacîz û tecawizê tên. Ev cînayet, komkujî, îstîsmar, tecawiz, me her tim di her qadê de îfade kiriye, siyasî ne. Ji ber polîtîkayên hikûmetên serdest ên mêr, jin her roj tên qetilkirin, tacîzkirin. Lê em ne xemgîn in, em hêrs in. Em ji desthilatdariyê bi hêrs in.”
 
Ayşe bal kişand ser herêma erdhejê û got “Hîn jî tuwalet tune. Serşok nayên çêkirin. Mirov di sermaya vê zivistanê de li derve man. Jin neçar dimînin ku li konên li qadên jiyana kolektîf bijîn. Lê em dizanin ku ger di qadên jiyana giştî de ji bo jinan ewlekarî neyê dayîn, ev yek dibe sedema metirsiya herî mezin. Qadên jiyana kolektîf rê li ber tacîz û destavêtinê vedike, lê dewlet di vî warî de gavekê jî navêje. Cihên reklamê hene lê cihên jiyanê nînin. Dema em diçin cem jinan, jin hê jî nikarin xwe bigihînin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn.
 
 Îro wê bibe 8’ê Adarê ku jin hevgirtinê mezin bikin. Bêhêvî nebin, yek ji me ne bi tenê ye, em hene, em bi hev re hene. Em jin em ê azadiya xwe û azadiya civakê misoger bikin. Em ê bi hev re nîzameke jinê ya azadîxwaz, ekolojîk, wekhev û adil ava bikin. Em ê bi hev re civakeke komunal ava bikin. Bi têkoşîna xwe em ê vê pergala qirêj hilweşînin û pergaleke nû ava bikin."