Jin li Semsûrê di çalakiya 8'ê Adarê de hatin gel hevdu

  • 15:47 8 Adar 2023
  • Rojane
 
SEMSÛR - TJA, Koma Piştevaniya Femînîst a ji bo Afetê, KESK û Meclîsa Jinê ya DAD'ê li konbajarê Narlikuyuyê di çarçoveya 8'ê Adarê de çalakiya piştevaniya jinê hat lidarxistin. 
 
TJA, Koma Piştevaniya Femînîst a ji bo Afetê, KESK û Meclîsa Jinê ya DAD'ê li konbajarê Narlikuyuyê di çarçoveya 8'ê Adarê de çalakiya piştevaniya jinê hat lidarxistin. Jinan pankartên "Hevgirtina jinê jîn e" hilgirtin. 
 
Jinan sohbet kirin
 
Gelek jinên erdhejzede hatin gel hevdu û çaya qaçax dem kirin û xwarinên çêkiribûn xwarin. Piştre jinan sohbet kirin. Hat gotin wê piştevaniya bi jinên li herêmên erdhejê dewam bike.