Şandeyek ji jinên Skoçya ji bo 8’ê Adarê hat Rojava

  • 14:29 8 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca şopandina têkoşîn û xebatên şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê, heyetek ji jinên Skoçî ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê serdana jinên Rojava kir.
 
Heyetek ji jinên Skoçyayî bi navê koma Bronagh (Bro-Na) serdana jinên Rojavayê Kurdistanê kirin. Ev şande ji 5 jinan pêk tê Jeenifer Clapham, Yvonne Blake, Viktoriya matejova, Lona Soper, Bronagh Gallagher û dê heya 15 Adarê li Rojavayê Kurdistanê bimînin. Şande ji aliyê KongrEYa Star ve hat pêşwazîkirin û yekem serdana xwe li Mala Jinê ya bajarê Qamişloyê pêk anîn. Bernameya serdana wan wê li hemû sazî û dezgehên jinan ên Rojavayê Kurdistanê bidome, di wê barê de wê serdana meclis, komîn, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinan a PYD’ê, Hevgirtina Zenûbiya, Desteya Jin û gelek saziyên jinan dê werin ziyaretkirin. Mebesta van jinan bi vê serdanê ew e ku têkoşîn û xebatên jinan, şoreşa jinên Rojavayê Kurdistanê bibîbin. Her wiha pêkanîna vê yekê li welatên xwe bi projeyên ku bi pêş dixin pêk bînin.
 
Roja yekem a serdanê koma Bronagh(Bro-Na) li Mala Jin a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Heyeta jinan bi endamên Mala Jin re civiyan. Her wiha di pêşwaziya heyetê de Rêvebera Mala Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Omer beşdar bû û nîqaşên girîng dane meşandin. Di nîqaşan de heyetê xwest der barê kar û xebatên ku di Mala Jin de tên meşandin ji avakirina wê heta niha û çawa dibe bersiv ji pirsgirêkên jinan û dozên wan re bibin xwedî agahî.
 
‘Em ê bi hev re beşdarî meşa girseyî ji bo 8’ê Adarê bibin’
 
Mala Jin a Kantona Qamişlo Behiya Murad 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “Berî çend rojan daxwazî ji me re hat ku heyetek Skoçî dixwaze bi Mala Jin re hevdîtinê bike. Saziya Mala Jin dikaribû di nav herikîna şoreşê de xwe bide îsbatkirin û dengê xwe li tevahî cîhanê weke saziyeke piştgir ji maf û doza jinan re vede. Bi vê armancê îro mêvanên me serdan kirine ku têkoşîn û xebata jinan di vê saziyê de nas bikin û li welatên xwe pêk bînin. Li aliyê din jî van jinan xwestin kelecan û rihê şoreşê bi çavên xwe bibînin û beşdarî çalakiyên me yên 8’ê Adarê bibin. Niha piştî vê serdanê em ê bi hev re beşdarî meşa girseyî ji bo 8’ê Adarê bibin.”
 
Sibê şande dê serdana xwe li kampa Waşûkanî, Jinwar û navenda Jineolojî bidomîne.