Li Helebceyê 8’ê Adarê

  • 14:11 8 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helebceyê bi boneya 8’ê Adarê jinên xwedî kar û berhem hatin xelatkirin. Jinan bang li hemû jinan kirin ku di hemû qadên bi serdikevin de, serî netewînin.
 
Bi boneya 8’ê Adarê li avahiya Rêxistina Karsazî Kar a Helebceyê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de ji ber kar û berhemên wan, xelata salane ya Adîle Xanim hatin belavkirin.
 
Endama Rêxistina Karsazî Kar Perwa Umer derbarê armanca merasîmê de axivî û got; “Em weke Rêxistina Karsazî Kar di warê aborî de kardikin. Ev çalakî dikeve çarçvoeya aboriya civakî û dixwazîn di 8’ê Adarê de sînorê tundûtujiya dijî jinan derbas bikin. Navnîşana merasîma me jî navê Adîle Xanim e, ji ber ku li herêmê bûye sembol. Di merasîmê de 40 jin ji ber kar û berhemên xwe hatin xelatkirin.”
 
Jina bi navê Ejîn Hemed Tofîq jî bijîşka nexweşxaneya jinane û yek ji wan jinan bu ku xelata Adîle Xanim wergirtî ye got: “Spasiya vê rêxistinê dikim, ji ber ku me bi vê yekê pêşwaziya westan xwe dît û cihê kêfxweşiyê ye. Divê jin di hemû qadên bi serdikevinde serî netewînin.”