Li Êlihê jinek hat qetilkirin

  • 13:07 8 Adar 2023
  • Rojane
 
ÊLIH - Mêrê bi nvaê Mûrat Atilgan, di 8’ê Adarê de jina pê re hatibû zewicandin ya pê re  li ber hevberdanê bû qetil kir. 
 
Di roja 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku jin li dijî tundiya mêr-dewletê dadikevin qadan de mêrê bi navê Mûrat Atilgan, li Êlihê jina pê re hatibû zewicandin ku pê re li ber hevberdanê bû Tuba Atilgan (33) bi çekê qetil kir. 
 
Tuba Atilgan dema li rawestgeha otobûsan a Taxa Tilmerçê disekinî, êrîş lê hat kirin û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Di dema êrîşê de zaroka 16 salî jî li rawestgehê bû û di êrişê de ew jî birîndar bû. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, ambulans hatin cihê bûyerê û zarok rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyê Tuba jî rakirin Morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. 
 
Kujer Mûrat Atilgan hate binçavkirin.