Çalakiyên Tevgera Jinên Efganistanê yên li Elmanyayê

  • 13:06 8 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Efganîstanê li gelek bajarên Elmanyayê daxuyaniyên çapemeniyê, mîtîng û meş pêk anîn.
 
Tevgera Jinên Efgan a ku li Elmanyayê tê organîzekirin, ji bo raya giştî ji pêkanînên Talîban ên li dijî jinan agahdar bike û tevgerên jinan bike yek, çalakiyên xwe didomîne. Tevgera Jinên Efgan ku li gelek bajaran daxuyaniyên çapemeniyê, mîtîng û meş organîze dike, duh li bajarê Dusseldorfê çalakiyek li dar xist.
 
Di çalakiyê de jinên Efgan, Elman, Kurd û Îranî hatin cem hev. YJK-E Dusseldorf a Kolnê jî tevlî çalakiyê bû. Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku di çalakiyê de hat dayîn de hat gotin ku Talîban ji bo jinan "rejîmeke terorê" ye. Di meşê de bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Talîban raweste" hatin berzkirin.