Bi deh hezaran kes 8`ê Adarê pîroz dikin

  • 12:56 8 Adar 2023
  • Rojane
NNAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran jin û şêniyên Qamişlo, Heleb, Kobanê, Minbic, Reqa û Tebqayê daketin kolanan û 8`ê Adarê pîroz dikin.
 
Bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve” ji bo pîrozkirina 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek deveran meş hatin lidarxistin.
 
Kantona Qamişlo 
 
Meşê li bajarê Qamişlo ji Çerxerêya Şehîdên Suryan (Çerxerêya Siyahî) dest pê kir.
 
Li Amûdê meşê ji Qada Şehîd Cîhad, li Tirbespiyê jî ji pêşiya navenda Kongra Star dest pê kir.
 
Li navçeya Çilaxa jin û şêniyan ji Qada Şehîd Masûm, li Girkê Legê ji Qada Şehîd Xebat, li Til Koçerê ji pêşiya Parka Abdullah Ocalan, li Dêrikê jî ji Qada Azadî dest bi meşê kir.
 
Li navçeya Til Hemîsê jî meşê ji pêşiya navenda Kongra Star, li Til Birakê ji Çerxerêya Firinê dest pê kir.
 
Kobanê 
 
Bi hezaran şênî ku piraniya wan jin bûn, li daristana bajêr kom bûn û li ber stranên şoreşgerî govend gerandin, piştre ber bi rêya Cerablusê ve dest bi meşê kir.
 
Minbic 
 
Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Firatê dest pê kir û heta kolana Wadî dewam kir. Bi sedan jin û mêr tev li meşê bûn.
 
Heleb 
 
Meşê bi beşdariya bi sedan jin û mêrên ji hemû pêkhateyan ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Jinan cil û bergên folklorîk li xwe kirin û wêneyên şehîdên jin bilind kirin.
 
Tebqa 
 
Bi sedan jinên bajêr û endamên saziyên sivîl û leşkerî, malbatên şehîdan û partiyên siyasî ji taxa yekemîn dest bi meşê kir.
 
Reqa 
 
Bi sedan jinên bajêr, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û malbatên şehîdan ji Çerxerêya Panorama a li başûr rojavayê Reqayê dest bi meşê kir. Beşdaran wêneyên şehîdên jin, yên Abdullah Ocalan û pankartên “Bi berxwedana jinan jiyan geş dibe û em ê terorê têk bibin” hatin rakirin.
 
Tê payîn ku meş li Qada Îtfaiyê veguhere mîtîngê, li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê axaftin werin kirin û perde ji ser peykerê Jina Ereb ku ji aliyê Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê ve hatiye danîn, bê rakirin.