‘Ruxmê erdhej û êrişan jin di 8’ê Adarê de bûn yek’

  • 12:48 8 Adar 2023
  • Rojane
 
Medya Uren 
 
AMED - Endama Dîwana Wêjekarên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di heman demê de endama Komîteya Amedekar a Mîhrîcana 8’emîn a Wêje û Hunera Jinê Botan Hoşê têkildarî mîhrîcan û xebatên 8’ê Adarê de nirxandin kir û got jin ruxmê erdhej û êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê ku bi taybetî jinê hedef digirin jî di 8’ê Adarê de yek bûn û li qadan bûn.
 
Bi dirûşma “Bi çanda Jin, Jiyan, Azadî em ê hunera şoreşê birêsin” Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 8’emîn, ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hat lidarxistin. Endama Dîwana Wêjekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di heman demê de endama Komîteya Amedekar ya Mîhrîcana 8’emîn ya Wêje û Hunera Jinê Botan Hoşê têkildarî mîhrîcanê û xebatên wan ên 8’ê Adarê de bi ajansa me re axivî.
 
‘Bû wesîleya yekîtiyê’
 
Botan Hoşê di serî de bal kişand ser naveroka mîhrîcanê û wiha pênasîna wê kir: “Me mîhrîcana xwe ya 8’emîn li dar xist. Bernameyek me ya di warê jin û hunerê de dagirtî hebû. Mebesta me berhevkirina rengên jinê bû. Di heman demê de hemû jinên Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî û wekî din li hev kom bûn, hev nas kirin û yekîtiya xwe dubare bi bîr anîn. Ev mîhrîcan di esasê yekîtiyê de jî ji bo me xwedî girîngiyek mezin e. Em dikarin bêjin em her sal pêşvetir diçin. Li gel pêşkêşkirina hunerê, di heman şaxê hunerî ê helbest, gotar û wênexêzîyê de jî pêşbirk hatin amadekirin. Beşdarbûnek xurt a nivîskaran pêk tê. Pêşengeha nîgaran û pêşengehên karê destan jî hate lidarxistin. Îsal mixabin ji ber erdheja mezin a pêk hatiye em hemû di şînê de ne. Ji ber vê şînê jî me gelek beşên hunerê yên weke stran, folklor û dîlanê dan rawestandin. Me bi rengekî sade bernameya xwe girt dest. Di heman demê de ji bo bilançoya erdhejê jî wêneyên girêdayî erdhejê jî hatin pêşkêşkirin.”
 
‘Diyarî Jîna Emînî hate kirin’
 
Botan mîhrîcana bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hat lidarxistin nirxand û got: “Me xwest bi vê mebestê em rengê xwe û dengê xwe li hemû deveran belav bikin. Hem ev dirûşma 10 sal in li Rojava tê hildan îsal jî li Rojilatê Kurdistanê bi pêşengiya jina Kurd car din tê hildan û li cîhanê belav dibe. Me bi vê wesîleyê jî mîhrîcana xwe diyarî giyana Jîna Emînî û jinên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane kir. Ji ber vê girîngiyê jî bi rastî beşdarbûnek mezin a jinan çêbû. Kedek baş hate dayîn. Me bi rengê jinê têkoşîna xwe kir yek.”
 
‘Jin ruxmê êrişan li qadan e’
 
Botan herî dawî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Rojava tevî êriş û zehmetiyan bi rastî, berxwedanek bêhempa dide. Li aliyekî jî erdhej û li aliyekî jî êriş berdewam in ku bi taybetî jinên siyasetmedar, jinên têkoşer hedef têne girtin. Tevî vê yekê jî em di 8’ê Adarê de li qadan bûn, em ê li qadan bin. Me bernameyên muzîk û govendê dabin rawestandin jî bi konferans, mîhrîcan, meş û çalakiyên xwe yên wekî din re em ber bi 8’ê Adarê ve çûn. Em têkoşîna xwe nadin rawestandin. Bi vê hêzê jî em berdewam dikin. Em ê tevî zextan roja jinên cîhanê pîroz bikin. Bi rihê jinên têkoşer em çalakiyên xwe diyarî giyanê jinên şehîdê vê têkoşînê ne dikin.”