Li dijî êrişên li hemberî jinên ciwan çalakî

  • 11:38 8 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên bi gazên jehrî yên li ser dibistanên jinên ciwan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin. Di beramber de jî her ku diçe nerazîbûn berfirehtir dibin.
 
Ji meha Mijdarê ya 2022’yan ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi bombeyên gaza jehrî êrişê dibistanên jinên ciwan tên kirin. Li gor amaran heta niha nêzî 5 hezar xwendevanên jin jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.
 
Duh jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm êrişê 50 dibistanan hatin kirin û di encamê de bi sedan xwendevan rakirin nexweşxaneyê.
 
Li gor agahiyan, ji ber van êrişan heta niha 4 xwendevan jiyana xwe ji dest dane.
 
Duh jî li ser banga Encûmena Hawahengî ya Pîşeyî ya Mamostayên Îranê, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên wek; Sine, Seqiz, Merîwan, Tehran, Îsfehan, Kerec, Reşt, Lahican, Ahwaz, Babîl, Şîraz, Nûrabad, Memesenî, Aligudarz, Meşhed, Şîraz, Kaşmer, Kazerun, Celfa, Buşehr, Abdanan, Zencan û hin bajarên din gel li dijî êrişên bi gazên jehrî yên li ser dibistanên xwendekarên jin herikîn qadan.
 
Piştî berfirehbûna nerazîbûnên li dijî van êrişan, medya girêdayî rejîmê îdia kirin ku çend  kesek ji ber van êrişan hatine binçavkirin ku ew kes tevlî xwepêşandanên demên dawî bûne.
 
Li aliyê din jî li ser banga bi dehan rêxistin û sendîkayan bi boneya 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinan, tê payîn ku îro li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî werin lidarxistin.