Walîtî seferên metro û funîkulerê betal kir

  • 11:27 8 Adar 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Walîtiya Stenbolê beriya lidarxistina Meşa Şevê ya Femînîst ku dê îro bê lidarxistin, seferên metro û funîkulerê betal kir. 
 
Walîtiya Stenbolê beriya lidarxistina Meşa Şevê ya Femînîst ku dê îro bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bihaa lidarxistin, bi daxuyaniyekê ragihand ku seferên hinek metro û funîkuleran ji saetan 14.00’an ve hatine betalkirin. 
 
Têkildarî mijarê Metro Stenbolê li ser hesaba xwe ya twîtterê ev peyam parve kir: “Di çarçoveya biryara Walîtiya Stenbolê de dê xetên Îstasyona Taksîmê ya Xeta Metroyê ya M2 Yenîkapi-Haciosman, ketin-derketin a Cadeya Îstîklalê ya Îstasyona Şîşhaneyê û xeta Funîkuler a F1 Taksîm-Kabataşê ji 8’ê adarê saet ji 14.00’an ve ji hatin û çûnê bên girtin.”