Khadija Ryadi: Wekhevî tune be wê pêşeroj tune be

  • 09:14 8 Adar 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Endama Meşa Jinan a Cîhanê û Tifaqa NADA Khadîja Ryadî bi wesîla 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê axivî û diyar kir ku azadiya jinan û azadiya gelan girêdayê hev e.
 
Jin 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di bin siya şer, pergala serdest a mêr û erdhêjê de pêşwazî dikin.  Jin careke din wê li qadan daxwazên xwe biqîrin.
 
Parêzvana mafê mrovan femînîsta Fasî û Seroka Koordînasyona Mafê Mirovan Magrîp  (Maghreb Human Rights Coordination ) û endama NADA û meşa Jinan a Cîhanê Khadija Ryadi, têkoşîna li welatê xwe û 8’ê Adarê li bajarê xwe Rabat ragihand.
 
Kahdîja der barê aboriya li welatê xwe de axivî û diyar kir ku aborî her diçe xera dibe û wiha got: “Îsal krîzek mezin heye. Jin ji qada xebatê her diçe tên dûrxistin. Mêr ji sedî 70’ê tên îstîhdamkirin. Şert û mercên xebatê yên ne baş bandorek mezin li jinan dikin.  Jin wek hêza kar a erzan tên xebitîn.”
 
Newekhevî gelek giran e
 
Khadîja bal kişand ser teşeyê tundiyê yên li welatê wê yên li ser jinan û got parastin di alî ku pêşî li tundiyê bigire de têr nake û got: “Ji tundiya aborî bigirin heta newekheviya di her qadê de tundiya fîzîkî, şertên giran ên xebatê gelek binpêkirin hene û ev lîste wisa dirêj dibe. Tedbîrên ku mirovan biparêze gelek qels in. Ji bo têkoşîna li dijî tundiyê 5 sal berê qanûn derket lê mixabin rewş neguheriye. Gelek sendîka û komele li dijî van tundî û newekheviyan têdikoşin. Ji bo qanûn biguherin û pergalek nû bê avakirin têdikoşin. Hedefa rêxistinên jinan a li Fasê têkoşîna li dijî newekheviyê ye.”
 
Komîteyên piştevaniyê kooperatîf û torên piştevaniyê
 
Khadîja diyar kir ku hemû rêxistinên jinan li dora têkoşîna hevpar bûne xelek û xwe bi rêxistin dikin ji bo guherînê zextan li dewletê dikin. Khadîja wiha pê de çû: “Torên rêxistinê yên jinan dixebitin. Yek ji van rêxistinên li dijî newekhevî û zextan têdikoşe Sprîng of Dîgnîty Nework e. Rêxistinên cuda yên jinan di bin banê ‘Koodînasyona Meşa Jinan a Cîhanê’ û Koalîasyona Nada de dixebitin.  Xwe bi rêxistin dikin û komîteyên piştevaniyê ava dikin. Di nav van xebatan de avakirina kooperatîf û komite û torên piştevaniyê jî hene.”
 
‘8’ê Adarê derfet e’
 
Khadîja  8’ê Adarê wek derfeta piştevaniyê ya ji bo jinan nirxand û daxuyakirin ku 8’ê Adarê têkoşîna azadî û rûmetê ye. Khadîa wiha domand: “Jinên Fasê di gelek qadî de têdikoşin. 8’ê Adarê ji bo têkoşînê derfet e.  Jinên Fasê li dijî emperyalîzmê bê navber têdikoşin û piştevaniyê mezin dikin. Azadiya jinan û azadiya gelan girêdayê hev e. Jin azad bin wê civak jî azad bin. Heta ku jin bi awayekî wekhev û adilane tevli qada jiyanê nebin pêşeroja mirovahiyê jî wê tune be.”