'Dewleta tirk tevî agirbest û erdhejê jî êrişên xwe dewam kir'

  • 09:02 8 Adar 2023
  • Rojane
 
Medya Uren 
 
AMED - Endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endama KNK'ê Ebîr Hesaf êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: "Ji aliyê dewletên navneteweyî ve agirbest hatibû destpêkirin ku ruxmê vê jî dewleta tirk êriş neda rawestandin. Tevî erdheja ku bi hezaran kes tê de jiyana xwe ji dest dan jî navber nedan êrişên xwe."
 
Dewleta tirk demeke dirêj e li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên xwe dide dewamkirin. Ji 19-20'ê Mijdara 2022'yan ve jî ev êriş bi hêztir dewam kirin û gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi erdheja di 6'ê Sibatê de li navenda Mereşê da re Bakur û Rojavayê Kurdistanê jê bandor bû. Tevî erdheja bû sedema mirina bi hezaran mirovan jî dîsa êrişan dewam kirin. Endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endama KNK'ê Ebîr Hesaf êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.
 
'Silsileya êrişên Tirkiyeyê dirêj e'
 
Ebîr bi bîr xist ku di çend salên dawî de dewleta tirk li hemberî Rojavayê Kurdistanê êrişên xwe dide dewamkirin û wiha dewam kir: "Ev êriş ne bi 5 salan re sînordar e. Bernameyên dewleta tirk belavî salan dibe. Berê bi awayekî nixumandî bi rêya DAÎŞ û El-Nusrayê ev êriş dikirin, di roja îro de jî bi awayekî vekirî bi çeteyên hevkarên xwe re êrişa xwe dide dewamkirin. Rast e bi destê hêzê Sûriyeyê jî ev êriş pêk dihatin lê ev ji aliyê Tirkiyeyê ve dihatin plankirin. Di sala 2013'an de di Serêkaniyê re hêzên wan derbasî Serêkaniyê bûn û hewldanên wan ên dagirkeriyê çêbûn. Di wê pêvajoyê de rêxistina ciwanên kurd hate avakirin. Bi vê sayê jî ev êriş vala hatin derxistin û di dewamiya wê de jî çeteyên DAÎŞ'ê ketin meriyetê. Ev êrişek di aliyê naveteweyî de metirsî diafirand ku cardin bi pêşengiya ciwanên kurd û YPJ'ê paşve hate kişandin. Piştî valaderxistina vê êrişê jî ew nesekinîn û êrişên dagirkeriyê dan dewamkirin. Hewl dan ku herêman ji hev qut bikin. Bi taybetî Efrîn, Kobanê û herêma Cizîrê ji hev qut kirin. Vana hemû jî rêzeêrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê didin meşandin e."
 
'Armancên wan diyar in'
 
Ebîr rastiya li Efrînê li pêş e bi van gotinan eşkere kir: "Bi awayekî vekirî ketin hundirê Efrînê û dagir kirin. Niha jî li herêmê êrişên taybet ên bişavtinê jî têne meşandin. Zimanê Efrînê kirine tirkî, kirîn û firotina wê bi lîreyê tirkî ye. Çiqasî bêjin hêzên Sûriyeyê ne jî polîtîkayên di nav de têne meşandin her tiştî nîşan dide. Li wir êrişek a bişavtin û tunekirinê ya yek bi yek ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kirin, heye. Gelê Efrînê 58 rojan bi hemû hebûna xwe re li berxwe da. Lewra ji bo çewisandina vê hêzê jî her tişt tê kirin. Beriya çend salan car din bi biryara hêzên navneteweyî re agirbest hate îlankirin. Lê belê bi tu awayî ev êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê neqediyan. Bi taybetî kesên di van êrişên dagirkeriyê de ji şoreşa Rojava re pêşengtî kirine hedef têne girtin. Balafirên dewleta tirk rojane van kesan hedef digirin û komploya qirêj dikin."
 
'Di erdhejê de jî êriş ranewestiyan'
 
Ebîr agirbesta hatiye destpêkirin bi bîr xist û got di erdheja ku bi hezaran kesan tê de jiyana xwe ji dest dane jî êrişên dewleta tirk dewam kiriye li agirbestê guhdar nekirin û êrişên xwe dan dewamkirin. Ebîr wiha pê de çû: "Pêwîst e di rewşên wisa de bi awayekî wijdanî tev bigerin. Dewleta tirk ev erdheja mezin jî vegerand amûreke siyaseta xwe. Tirkiyeyê alîkarî neda welatiyên xwe. Car din li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji aliyê rejîma Tirkiye û Sûriyeyê ve astengî hatin derxistin. Destûr nehatin dayîn ku pêdiviyên welatiyan jî bikevin hundirê herêmê. Herêma Helebê ku girêdayî rejîma Sûriyeyê ye jî di heman rewşê de ma. Sûriye xwedî li wan welatiyan jî derneket."
 
'Li ser canê mirovan bazar hate kirin'
 
Ebî pirsgirêkên derketine û rola dewletên navneteweyî rexne kir û got: "Alîkariyên welatên cîhanî yên kirine jî negihiştin wan herêman. Divê em destnîşan bikin ku welatên cîhanê jî neheqî li gelên Sûriyeyê kir. Alîkariyên hatine herêmê gelek kêm bûn. Weke dewleta tirk ku ferq û cudahî xistin navbera welatiyên xwe, li vir jî nêzîkatiyek wiha hate nîşandan. Tiştên ji bo herêma Şêx Mexsûd, Eşrefiyê û Şahbayê hatine li deriyê Minbicê hatin astengkirin. Bi baceyek mezin xwestin derbas bikin. Gotin ger ji sedî 60 hûn bidin me wê destûra derbasbûna pêdiviyan bidin. Li ser canê mirovan bazar hate kirin. Gelek bûyerên wiha derketin pêş. Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ne, cardin ferq xistin nava welatiyan. Kiryarên ji exlaq dûr hatin kirin."
 
'Êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê kêm nebûn'
 
Ebîr da zanîn di pêvajoyek wiha de êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê kêm nebûn. Ebîr diyar kir ku ji bo Tirkiyeyê tu tiştek ji tunekirina Kurdan û nasnameya gelên li vir dimînin, girîngtir nebû. Ebîr wiha pê de çû: "Li ser ewqas cenazeyan, ewqas xwîna rijaye hinekî din jî xwînê dirijînin. Heta îro jî ev êrişên li ser herêmê berdewam in û di van êrişan de car din gelek welatî hatin qetilkirin. Ev hemû jî li pêş çavên cîhanê pêk tê."
 
'Ji bo berjewendiyên xwe her tiştî dikin'
 
Ebîr li ser têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê wiha got:"Divê di van geşedanên pêk tên de em destpêkê bipirsin Rûsyayê çi kir? Ew ji bo berjewendiyên xwe li vir bû. Ji Rûsyayê re alîgir pêwîst bûn, jê re cardin Sûriye pêwîst bû. Ji bo di Rojhilata Navîn de bikaribe serweriya xwe pêk bîne û li ser Deryaya Spî cihekî wê hebe, ev ji bo wan gavên stratejîk in. Ji bo Rûsyayê sereke berjewendiyên wê esas e, li pey wê ya rejîma Sûriye û Tirkiyê ye. Ev têkiliyên wan wê zirerê bide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyê jî. Di heman demê de tê zanîn navbera dewleta tirk û Sûriyeyê jî tune bû lê hemû jî bi armancekê îro hatine gel hev. Tirkiye îro ji bo tunekirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû lîstokên xwe dilîze."