YE’yê bi boneya 8’ê Adarê ceza li 6 welatî birî

  • 20:59 7 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Ewropayê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, ji ber ku mafên jinan binpê dikin, Afxanistan, Îran û Rûsya jî  nav de, der barê 8 welatî de biryarên cezakirinê da.
 
Yekîtiya Ewropayê, li dijî binpêkirina mafên jinan û tundiya zayendî têkildarê kes û saziyên li Başûrê Sûdanê, Myanmar, Afxanistan, Îran û Rûsyayê, biryarên danekirinê da.
 
Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Wopke Hoekstra got ku ev biryarên danekirinê yên cara yekemîn in ku di bin banê Yekîtiya Ewropayê de li dijî kiryarên tundiya zayendî tên dayîn.Wopke Holekstra got: “Bi pêkanîna van danekirinan, em bi eşkera didin zanîn ku wê sûcdar ji ber sûcên ku bikin bêyî ceza nemînin.“
 
Wezîrê Hollandayî her wiha diyar kir ku bergîdana van sûcên tirsnak ên li dijî mirovahiyê heye û di heman demê de peyamek e ji bo qurbaniyan: Li kû derê cîhanê be jî wê YE bi wan re bibe alîkar.  
 
Lîsta danekirinan êvara Roja Jinan a Cihanî di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Wezîrê Hollandayî daxuyakirin ku berferehkirina lîstê bivê, ew ê bêyî texsîr bikin.