Li Amedê li konbajar alavên hîjyenê hatin belavkirin

  • 18:51 7 Adar 2023
  • Rojane
AMED- Jinên TJA, HDP, HDK û KESK’ê di çarçoveya kampanya piştevaniyê ya li herêmên erdhêjê dabûn destpêkirin li Amedê ji bo jinên li konbajar dimînin alavên hîjyenê belav kirin.
 
Jinên  Tevgera Jinên Azad (TJA), partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  û KESK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li herêma erdhêjê serdan pêk anîn û di çarçoveya vê de li serdanên xwe li kampa ser riya Farqîn Amedê domandin. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun axaftinek kir û diyar kir ku bi sedema 8’ê Adarê hewcedariyên jinan li kobajaran belav dikin û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.
 
Jinan alavên hîjyenê yên ligel xwe anîbûn li jinan belav kirin.