Li Êlihe bo meşa 8’ê Adarê bang

  • 18:09 7 Adar 2023
  • Rojane
ÊLIH- Jinên Êlihê ji bo meşa 8’ê Sibatê ya sibê belavok belavkirin û banga tevlibûna meşe li hemû jinan kirin.
 
Li Êlihê sibê di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê de saet di 13.00’an de li Parka Yilmaz Guney jin wê bên gel hev û bimeşin. Jinan bo meşe bang kirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA)  li Kolana Gulîstan û Amedê belavok li welatiyan belavkirin û banga meşa sibê kirin. 
 
Piştre jî li taxa Yeşîltepe û Petrolkent li bazara taxê geriyan û banga tevlibûnê kirin.