Ji bo meşa ku dê sibe li Wanê bê lidarxisitn bang

  • 16:30 7 Adar 2023
  • Rojane
 
WAN - Li wanê beriya meşa ku wê ji bo 8'ê Adarê bê lidarxistin, aktîvîstên TJA'yê, belavok belav kirin û jin vexwendin meşê.
 
Vê salê ji ber ku di 6'ê Sibatê de erdhejên navenda wan Mereş ku bi hezaran kesî di encamê de jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn, Tevgera Jinên Azad (TJA) bi deklerasyoneke ku di 25'ê Sibatê de weşand diyar kir ku ew ji ber xemsariya hikûmetê ya li hemberî mexdûrên erdhejê çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê ên vê salê vediguherînin piştevanî û hevgirtina demdirêj a ji bo jinên mexdûrên erdhejê. Di vê çarçoveyê de TJA'ya ku li gelek qadên erdhejê bi jinan re hat gel hev, li wanê jî bi çalakiyên cûr bi cûr piştevaniya xwe bi mexdûrên erdhejê re ragihand.
 
Dirûşma "Jin jiyan azadî" li gelek deveran olan da
 
TJA'yê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi dirûşma "Dem Dema Jin Jiyan azadî ye" beriya meşa ku wê sibe li dar bixwe li kolanên qelebalix ên bajêr belavok belav kirin. Herwiha jinên ku li ber avahiya HDP2ê ya Bajarê Wanê hatin gel hev jî, bi meşê re û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Jin na tirsin hesap dipirsin"  li Kolana Cumhuriyetê û Beşyolê belavok belav kirin.
 
Hevdîtin li Çerxerêya Semaver e
 
Jin, dê sibe li Çerxrêya Semaver bên gel hev û bi dirûşma, "Dem dema jin jiyan azadî ye" dê bimeşin.