Komîteya Jinê ya PENa Kurd videoya 8’ê Adarê weşand

  • 15:54 7 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Jinê ya PENa Kurd bi munasebeta 8’ê Adarê vîdeoyek ku jinên cîhanê dirûşma “Jin jiyan azadî” berz dikin, weşand. 
 
Bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê çalakiyên jinan dewam dikin. Komîteya Jinê ya PENa Kurd jî bi munasebeta 8’ê Adarê videoyek ku jinên cîhanê dirûşma “Jin jiyan azadî” berz dikin amade kir û ev vîdeo li ser hesabê youtubeyê yê Komeleya Wêjekarên Kurd, li ser hesabê PENa Kurd ê twittirê hat weşandin. 
 
Jinên cîhanê dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin
 
Di vîdeoya 8’ê Adarê ya ji aliyê Komîteya Jinê ya PENa Kurd hatiye amadekirin de jinên ji welatên cuda dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirine û bi vî rengî piştevaniya têkoşîna bi jinên kurd re eşkere kirine.