Ji Îzmîrê banga avakirina jiyaneke nû

  • 15:00 7 Adar 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Endamên jin ên Patiya Çep a Keskê bi minasebeta 8'ê Adarê daxuyaniyek dan û gotin: "Di erdhejê de me carek din rûyê serdest a mêr dît. Em ê li dijî vê yekê hêza xwe bikin yek û têbikoşin."
 
Bi minasebeta 8'ê Adarê endamên jin ên Partiya Çep a Keskê civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya partiya Îzmîrê pêk hat. Metna ku hatî amadekirin ji hêla Nevîn Aytekîn, Yıldız Tekgur, Vedîa Yeşîm Bayanoglu, Aylîn Aker ve hat xendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di serî de rêxistinên jinan, sazî û dezgehên sivîl, rêxistinên hiqûqnas berê xwe dan herêmên erdhejê. Di nav piştevaniyê de bûn. Arteş, Kizilay û AFAD li gorî hewcedariy^ne xwe kar û xebat dan meşandin. Mafê jiyanê neparastin, li gorî zîhniyeta îktîdarê tevgeriyan. Li herêmên erdhejê jin bi şîdetê re rûbirû man û zarok jiyana xwe ji dest dan, gel xizan bû. Li şûna ku herêma kerasetê îlan bike OHAL îlan kir. OHAL'ê ji bo armanca xwe li hemberî gel îlan kir.
 
Em ber bi 8'ê Adarê ve diçin. Ji çar aliyê welat dengê guherînê bilind dibe. Jin dê bi hev re jiyaneke nû biafirinê û bi hev re piştevaniya xwe mezin bike. Li tevahiya cîhanê û Tirkiyeyê dê jin li kolanan, li kargehan, li herêmên erdhejê di 8'ê Adarê de dengê xwe bilind bike. Em ê bibin dengê karker, kedkar û girtiyan."
 
Civîna çapemeniyê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî”, “Hevgirtina jinê jîn e", “Bijî 8'ê Adarê”, “Bijî berxwedana jinan” û “Mara Hara Hurriya” bi dawî bû.