'8'ê Adarê mîrateya hevgirtina hemû jinên cîhanê ye'

  • 09:04 7 Adar 2023
  • Rojane
 
Gulîstan Şahîn
 
QAMIŞLO - Endamên Kongreya Star bi munasebeta 8’ê Adarê diyar kirin ku 8’ê Adarê mirateya hevgirtina hemû jinên cîhanê ye û peyamên xwe yên derbarê vê rojê de wiha ragihandin: "Jin di vê rojê de hebûna xwe dibîne û dixwaze her rojên xwe bike roja 8'ê Adarê."
 
8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi gelek çalakiyên rengîn tê pêşwazîkirin lê îsal ji ber erdheja li Bakurê Kurdistan û Sûriyeyê ne bi pîrozbahiyan, bêtir bi çalakiyên bi rihê piştevaniya bi jinan re, tê pêşwazîkirin. Jinan li her aliyê Kurdistanê stardên xwe yên 8'ê Adarê dan, deklerasyonên xwe eşkere kirin û bi ruhê berxwedan û têkoşînê vê salê pêşwazî dikin. Têkildarî 8'ê Adarê Endamên Kongreya Star peyamên xwe parve kirin. 
 
'Ji bo 8'ê Adarê meşên girseyî tên lidarxistin'
 
Endama Komîteya Qada Civakî ya Kongreya Star Mizgîn Hemo di derbarê çalakiyên 8'ê Adarê de nêrîna xwe wiha anî ziman: "Em vê li tevahî jinên azadîxwaz pîroz dikin. Jin her sal vê rojê bi cil û bergên xwe yên neteweyî pêşwazî dikin. Lê ev sal ji ber rewşa erdhejê cuda tê pêşwazîkirin û li cihê pîrozbahiyê em ê meşên girseyî li dar bixînin. Her wiha gelek civîn, semîner, platform û sempozyûm hatin lidarxistin. Ji ber erdhejê bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan û ev yek weke birînekê di nava gelê kurd de hate jiyîn. Ji bo kewandina vê birînê em di nava hewldanê de ne. Weke tê zanîn erdhejê mirovan nekuşt, polîtîkayên dewletê rê li ber ewqas mirinê vekir. Bangewaziya me ya li tevahî jinan ew e ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo li hember siyaseta mêr têbikoşin. Hêza jinan çarenûsa gelan diyar dike."
 
'Yekbûn û hevgirtina jinan têkoşîna jinan mîsoger dike'
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Qamişloyê, Îbtîsam Elî Hisên nêrîna xwe ji bo 8'ê Adarê wiha anî ziman: "Ez 8'ê Adarê li mîmarê birdoziya azadiya jinê Rêber Apo û li tevahî jinan pîroz dikim. 8'ê Adarê mîrateya jinên têkoşer e. Her wiha mîrateya hevpar a hemû jinên cîhanê ye. Di encama têkoşîna jinan ev roj diyar bû. Di encama feraseta zayendperest de ji sedî zêdetir jin li fabrikayê hatin şewitandin û îro heman feraset derdikeve pêş. Feraseta mêr bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hate rûxandin. Jin îro bi bîr û baweriya xwe, xwe bi rêxistin dike û ji hemû jinên cîhanê re dibin îlham. Roj bi roj kirasê koletiyê tê qetandin û jin xwe ji zincîra koletiyê rizgar dike. Îro bi pêşengiya jinên kurd dirûşma 'Jin jiyan azadî' li her aliyên cîhanê tê berzkirin, ev yek jî encama têkoşîn û berxwedana jinan e. Di van salên dawî de di asta cîhanî de gelek konferansên jinên cîhanê pêk hat û ev yek yekbûn û hevgirtina jinan a ji bo konfederalîzma jinê derdixîne pêş. Bangewaziya me ji jinan re ew e ku jin li hemû qadan li dijî feraseta mêr têkoşînê bikin."
 
'Hevgirtin û tifaqa xwe di asta cîhanî de ava bikin'
 
Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongreya Star, Rûken Ehmed jî têkoşîna 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: "Roja 8'ê Adarê ji bo jinan rojek girîng û bi wate ye. Jin di vê rojê de hebûna wateya xwe dibîne û dixwaze her rojên xwe bike roja 8'ê Adarê. Gelek jin ji bo vê rojê têkoşîn û doz dane ku îro em vê rojê bi awayekî azad pîroz û pêşwazî dikin. Jin ji bo daxwaza maf û wekheviyê hatin şewitandin, ji wê rojê heta roja îro têkoşîna jinan bi awayên cuda didome ku îro dirûşma 'Jin jiyan azadî' gel û jin li hemû deran li dijî feraseta desthilatdariyê têdikoşe. Mîmarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' Rêber Apo ye û ji aliyê jinan ve tê jiyîn. Ev dirûşm li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nûjenkirin û li Rojhilatê Kurdistanê bû cîhanî. Em ê di bin sîwana vê dirûşmê de jiyanek azad biafirînin. Pêwist e em wekî jin hevgirtin û tifaqa xwe di qada cîhanî de ava bikin. Wek jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em piştgiriya hemû şoreşa jinan dikin û em ê her rojên xwe bikin roja têkoşîna jinan."