Jinên Colemêrgî: Dê piştevanî bi ruhê 8'ê Adarê bidome

  • 09:03 7 Adar 2023
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Jinan diyar kir ku herî zêde jin û zaork ji erdhejê bi bandor bûne, gotin ku bi ruhê 8'ê Adarê ewê pişteaniya xwe mezin bikin û li hemû qadana wê li gel mexdûrên erdhejê bin.  
 
Piştî erdhejên navenda wan Mereş ku pêk hatin, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji roja ewil a vê erdhejê de ligel kesên ku ji ber erdhejê mexdûr bûn cih girtin û piştevaniya xwe didomînin. Vê salê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, ji jinên mexdûrên erdhejê re koliyên alîkariyê  yên pêdiviyan hatin şandin. Ji van navendên ku piştevaniya xwe bi navendên erdhejê re ragihandin yek jê jî Colemêrg û navendên wê bûn. 
 
Jinên ku ji roja ewil a erdhejê ve piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re didomînin anîn ziman ku herî zêde jin û zarok ji erdhejê bi bandor bûne û wê piştevanî û hevgirtina xwe bi jinên ji ber erdhejê mexdûr bûne re bidomînin.
 
'Em ê bi 8'ê Adarê re piştevaniya xwe mezin bikin'
 
Hevseroka HDP'ê ya Colemêrgê Humeyra Armut diyar kir ku ew ê di 8'ê Adarê de bi jinên mexûrê erdhejê re di nava piştevanî û hevgirtinê de bin. Hûmeyra wiha dewam kir, "Hilweşînên ji îro û şûnde wê herî zêde bandora xwe li jinan bikin.  Em di pêvajoyeke zahmet re derbas dibin. Bi betalkirina hemû pîrozbahiyên 8'ê Adarê yên îsal ku wê bihata betalkirin re, me xwest ku em ji jinên mexûdûrên erdhejê re bibin piştgir û tora xwe ya alîkariyê û hevgirtinê berfireh bikin. Li Colemêrgê ji bo pêdiviyên bingehîn ên jinan me kampanyayek da destpêkirin. Komek hevalên jin bi çêkirina pakêtên bi malzemeyên hatinê re piştre ev pakêt  birin qadên erdhejê û ji jinan re gotin ku ew di vê pêvajoyê de ne bitenê ne. Em ê tevna xwe ya hevpar a bi jinan re li her derê, li her qadê berfireh bikin.”
 
'Hevgirtina jinan di 8'ê Adarê de mezin bûye'
 
Hümeyra ku peyama piştevaniyê ji bo mexdûrên erdhejê da diyar kir ku ew gelek caran bi jinan re hatin cem hev û wiha got: “Ev kampanyaya ku me bi minasebeta 8'ê da destpêkirin dê demeke dirêj berdewam bike. Hem li qadên erdhejê û hem jî li bajarên em lê ne bi hemû hêza xwe em ê hevgirtin û piştevniyê bidomînin. 8'ê Adarê ji bo me jinan rojek pir girîng e, ji bo me roja têkoşînê ye. Rojek e ku em nîşan didin wê hevgirtin bigihîje lutkeyê. Hevgirtina me ya bi ruhê 8'ê Adarê wê bidome."
 
'Em ê roj bi roj hevgirtina xwe mezin bikin'
 
Hevserokê DBP'ê yê Colemêrgê Sîpan Turan jî diyar kir ku wan heta 8'ê Adarê tora xwe ya hevpar a bi erdhejzedeyan re berfireh kirine û diyar kir ku ew ê hem bi jinên li herêma erdhejê dijîn re û hem jî bi jinên koçber bûn û hatin bajarên cuda re di nava piştevaniyê de bin. Sîpan got, “Dema em di 8’ê Adarê de derketin rê, me bi ruhê hevgirtina jinan paketên pêdiviyan radestî jinên li herêmên erdhejê ne kirin. Ev hevgirtin wê bi 8'ê Adarê re sînordar nebe, em ê bi jinan re roj bi roj hevgirtina xwe mezin bikin. Em ê heta ku ji destê me bê bi her awayî bi jinan re di nava hevkarî û hevgirtinê de bin.”