ROJEVA 7'Ê ADARA 2023'YAN

  • 09:00 7 Adar 2023
  • Rojev
 
* Ayşe Akgul a ku 8 xizmên wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan û ji ber mala wê hilweşiya li konbajar dimîne bi biryar e ku çanda xwe ya kurdî û çanda elewîtiyê û axa xwe terk neke. Zêmara li ser êşên Kurdistanê ya Ayşeyê li ezmanan olan dide. DÎMEN HEYE 
 
* Jinan diyar kir ku herî zêde jin û zaork ji erdhejê bi bandor bûne, gotin ku bi ruhê 8'ê Adarê ewê pişteaniya xwe mezin bikin û li hemû qadana wê li gel mexdûrên erdhejê bin.  DÎMEN HEYE
 
* Endamên Kongreya Star bi munasebeta 8’ê Adarê diyar kirin ku 8’ê Adarê mirateya hevgirtina hemû jinên cîhanê ye û peyamên xwe yên derbarê vê rojê de wiha ragihandin: "Jin di vê rojê de hebûna xwe dibîne û dixwaze her rojên xwe bike roja 8'ê Adarê." DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun diyar kir ku ji ber erdhejê bi dirûşma "Hevgirtina jinê jîn e" xebatên 8'ê Adarê didomînin û got: "Keraseta ku derketî holî ne qeder e û li dijî vê zîhniyetê divê em bibin yek û têkoşîna xwe mezin bikin." BI DÎMEN