Ji Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê banga ‘Hikûmet îstifa’

  • 20:12 6 Adar 2023
  • Rojane
 
MÛGLA -  Têkildarî îhmalkariyên piştî erdhejên Mereşê rû dan, Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê daxuyaniyek dan û   xwestin hikûmet û serokkomar û serokên AFAD û Kizilayê îstifa bikin. 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê, têkildarî îhmalkariyên piştî erdhejên Mereşê rû dan û daxuyaniyên desthilatê li Qada Sinirsizlikê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta "hikûmet îstifa" li ser nivîsandî hat vekirin. Partiyên siyasî, sazî û dezgeh, sendîka û ode û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê Halûk Ozsoy metna daxuyaniyê xwend. 
 
Halûk  destnîşan kir ku amûrên erzan ên di avahiyan de hatine bikaranîn, qadên li ber îmarê hatine vekirin, efûya îmarê û veguherandina bajêr û berjewendiyên siyasî û aborî di erdhejê de bûne sedema rûxandineke mezin û got ku di avahiyên hilweşiyayî de çi qas berpirsiyariya muteahîdan hebe, ew qas jî yên ku destûran dane heye. 
 
Halûk ku got "Ev desthilat bi zanebûnî xwe li ber vê cinayetê li nedîtinê daniye" got: "Demildest divê ev hikûmet û serokkomar îstifa bikin. Serokên AFAD û Kizilayê jî di nav de divê hemû rêveber îstifa bikin. Di vê erdhejê de bi tenê bi bin neketin, di heman demê de şirîkên vê cinayetê ne jî." 
 
Halûk di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi piştevanî û alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê kir.