DAKAP û TJA serdana jinên ku konan de dimînin kir

  • 18:18 6 Adar 2023
  • Rojane

 

AMED – DAKAP û TJA, bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê serdana jinên ku xaniyên wan xisarê dîtine û di konan de dimînin kir.
 
Bi pêşengiya Platforma Jinên Amed Dîcleyê (DAKAP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja jinên Cihanê serdana jinên ku xaniyên wan xisarê dîtine û di konan de dimînin kir. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy û gelek jin, serdana konên ku li navçeyên Rêzan û Peyasê ne kir û peyama piştgiriyê dan.
 
Di dema serdanê de jinên ku konan de dimînin behsa zehmetiyên ku dijîn kirin û gotin rayedaran sozên ku dane wan heta niha bi cih nedane û bertek nîşan dan. Jinan, bi lêv kir ku rayedaran wan bêxwedî hîştiye û niha jî dixwazin wan di konan de derbixin. Jinên DAKAP û TJA’yê jî gotin dê pêyama piştevaniyê dan.