Li rojnamegerên cenazeyê Nagîhan Akarsel şopandin doz vekirin

  • 14:21 6 Adar 2023
  • Hiqûq
ENQERE - Nûçegîhana me Dîlan Babat û Yê MA'yê Firat Can Arslan ên ku dema ku cenazeyê rojnameger û akademîsyen Nagîhan Akarsel, şopandibûn hatibûn binçavkirin doz hat vekirin.
 
Nûçegihana me Dîlan Babat û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Firat Can Arslan ji ber ku li taxa Xelikan ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê, merasîma cenazeyê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di meha Cotmehê de li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin şopandibûn hatibûn binçavkirin û piştî ku li Qereqola Cendirmeyan a Cîhanbeyliyê îfadeya wan hat girtin serbest hatibûn berdan. Lêpirsîna ku ji aliyê Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Organîze ya Konyayê derbarê rojnamegeran de hatibû destpêkirin bi dawî bû. 
 
Îdanameya ku derbarê Dîlan û Firat de hat amadekirin, ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê ve hat qebûlkirin. Daneşîna yekê ya doza ku rojnameger jê tên darizandin dê di 25'ê Gulanê de bê dîtin.
 
Di îdanameya ku derbarê Dîlan û Firat de ji aliyê TMK'ê ve hat amadekirin de ji salekê heta 3 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.