Li Îranê êrişên li dijî xwendevanên jin didomin

  • 13:45 6 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Her ku diçe êrişên bi gaza jehrî yên li ser dibistanên jinan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêde dibin. Duh jî Komîteya Jinên Urmiye di peyamekê de daxwaz ji hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir ku li dijî sîstema desthilatdariya Îranê rabin û azadiyê bi dest bixin.
 
Ji dawiya meha Mijdara 2022’yan ve li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi gazên jehrî êrişî ser dibistanên jinan tên kirin. Li gor daneyan heta niha zêdetirî hezar xwendekarên jin jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.
 
Li gorî agahiyan tenê duh êrişî 80 dibistanên xwendevanên jinan ên li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate kirin.
 
Heta niha li parêzgehên Kirmaşan, Urmiye, Sine, Îlam ên Rojhilatê Kurdistanê her wiha bajarên Heftekelî, Xuzistan, Tehran, Sefadeşt, Şehiryar, Perend, Kiwar, Qum, Kerec, Lahîcan, Reşt, Hemedan, Kebûderaheng, Tebrîz, Semîrûm, Kaşan, Zencan, Bicnurd, Esfehan, Birûcêrd û çend bajarek din ên Îranê bi sedan xwendekarên keç ber gazên jehrî ketine û wan rakirine nexweşxaneyan.
 
Li hemberî êrişan çalakvanên Rojhilatê Kurdistan û  Îranê dibêjin, êriş tolhildana ji jinan e û li pişt êrişê aliyên ser bi desthilatê hene.
 
Derbarê êrişan de Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku jehrîkirina xwendevanên jin ku pêşengiyê ji serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re kirine, weke heman êrişên bi çekên kîmyewî yên ser gerîlayên Kurdistanê ye. Di heman daxuyaniyê de hate gotin; “Ji ber ku bikaranîna her cure kîmya, çandek faşîstan e û zilamsalarî ya ku bi Hîtler û Sedam dest pê kir, niha jî bi Erdogan û Xamneyî dewam dikeye.”
 
KCR’ê bang li cwianan û malbatên xwendevanan kir da ku li dijî êrişan bêdeng nemînin û bi hev re dakevin kolanan.
 
Li aliyekî din li seranserê Rojhilatê Kurdistan û  Îran çalakiyên ji bo 8’ê Adarê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Komîteya Şehîd Ronahî ya li Bokan daxuyaniyek ragihand ku ew ê heya serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ bigihe armanca xwe, têbikoşin.
 
Duh jî Komîteya Jinên Urmiye di peyamekê de daxwaz ji hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir ku li dijî sîstema desthilatdariya Îranê rabin û azadiyê bi dest bixin.