Li Mexmûrê Pêşangeha 8'ê Adarê

  • 12:27 6 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di pêşenktiya Wexfa Jinê de pêşangehek hunerê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma ‘Em bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve dimeşin’ hat vekirin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di pêşengiya Wexfa Jinan a Mexmûrê de pêşangehek hunerê  bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Navenda Kevana Zêrîn bi dirûşma ‘Em bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve dimeşin’ hat vekirin.
 
Pêşangeh bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî giyanê şehîdên azadiya Kurdistanê hat vekirin. Piştî rêzgirtinê ji bo axaftina vekirinê Endama Wexfa Jinê Ayten Sure axivî.
 
Ayten Sure di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û got: “Bi saya şehîdên xwe her sal 8’ê Adarê, me bi çoşek mezin pîrozî dikir. Lê ji ber erdheja ku li bakurê Kurdistanê çêbûyî em 8’ê Adarê bi nîşandana pêşangahekê pêşwazî dikin. Em 8’ê Adarê li Rêber Apo, Şehîdên Tevgera Azadiyê û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi vê armancê em silavên xwe ji kezî zerên tûnelan re dişînin.”
 
Piştî axaftina vekirinê ji aliyê du dayîkên şehîdan ve kordele hat birîn û şêniyên wargehê derbasî hola pêşengehê bûn.
 
Di pêşengehê de wêneyên erdhejê, tabolyên pêşengên jinên şoreşger, kel û pelên çand û hunera Kurdan hatin pêşandan. Her wiha ji bo xêra Şehîdên Azadiya Kurdistanê nanê sêlê hat pijandin û hat belavkirin. Pêşenge wê heys êvarç ji gel re vekirî be.